KESK’ê: Di pêşnûmeya înfazê de wekhev nêz bibin

img

ENQERE - KESK’ê bal kişand ser cudakariya di pêşnûmeya înfazê de û xwest ev pêşnûme ji bo girtiyên siyasî, bê berfireh kirin. KESK’ê da zanîn ku divê rojnameger, extiyar, girtiyên nexweş, zarok û jin bên berdan. 

Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemawerî (KESK) derbarê pêşnûmeya  înfazê de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku hejmara mirovên girtî, ji kapasîteya girtîgehan zêdetire û wiha hat gotin: “Ji ber vê girtî dibin rîska vîrûsê dene. Desthilatdariya AKP’ê, di vê pêvajoyê de berdana girtiyan sûîstîmal dike. AKP krîza heya ya  vîrûsê jî hewl dide ji bo xwe veguherîne fersendê.”
 
'DIVÊ PÊŞNÛME BÊ BERFIREH KIRINI’
 
KESK’ê di daxuyaniya da de bal kişand ser pêşnûmeya înfazê ya hatiye amadekirin û wiha got: “Divê dewlet dest ji helwesta xwe ya heyî ber de. Pêwîste ku li gorî pêvana wekheviyê ya hiqûqî û qanûna bingehîn a navneteweyî tevbigere. Divê di vê çarçoveyê de li Meclîsê nîşan dewam bikin. Ev pêşnûme pêwîste ku ji bo girtiyên siyasîbê berfireh kirin û divê rojnameger, extiyar, girtiyên nexweş, zarok û jin bên berdan. Her roja diçe ev şewb berfireh dibe û agahiyên mirinê zêdetir dibin. Di van rojên wiha de divê em hemû piştevahiya xwe xurt bikin. Lazime ku neyê ji bîr kirin ku pêdivî bi aştiya civakî û agahiyên xweş heye.”