Xebatkarên tenduristiyê yên hatin îxrackirin dixwazin li dijî vîrûsê vegerin karê xwe

img

AMED – Endamê SES’ê yên hatin îxrackirin dixwazin bêyî vîrûsa koroanyê jiyana gel bixe bin talûkeyê vegerin karê xwe û gotin: “Em dixwazin di pêvajoyek wiha zor de cih bigirin û ji xelkê re bibin alîkar.” 

Vîrûsa koronayê li cîhan û Tirkiyê belav bûye û mirovahî bi vê nexweşîna kujer re rû bi rû maye. Li Tirkiyê ji ber kêmasiyên xebatkarên tenduristiyê û hem jî kêmasiyên kelûpelên tenduristiyê bang û hişyarî tên kirin. Xebatkarên tenduristiyê yên di demên cuda de hatin îxrackirin û niha bêkar in dixwazin ji bo hin bêtir tenduristiya gel nekeve bin talûkeyek mezin vegerin karê xwe û di vê pêvajoya zehmet de xizmeta civakê bikin. 
 
‘JI BO XIZMETA CIVAKÊ AMADE ME’ 
 
Endama Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) a Şaxa Amedê Rozerîn Çatak a li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîla Amedê dixebitî û di 29’ê cotmeha 2016an de bi bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hat îxrackirin da zanîn ku pêwîste kedkarên tenduristiyê yên dijhiqûqî hatin îxrackirin demildest di vê pêvajoya zehmet de vegerin karê xwe. Çatak bi bîr xist ku vê nexweşîna giran bi lez û bez li cîhanê belav dibe û got: “Li Amedê û tevahiya Tirkiyê ji bo gelê me pêdiviyek mezin bi xizmeta tenduristiyê heye. Bêyî ku Komîsyona Lêkolînê ya OHAL’ê biryar bide em dixwazin vegerin ser karê xwe û li dijî vîrûsa koronayê bikevin nava têkoşîna çalak. Niha hemû dinya bi talûkeya şewbê re rû bi rû maye. Em dixwazin ji bo civaka xwe xizmeta tenduristiyê birêve bibin.” 
 
‘EZ JI WEZÎFEYÊ RE AMADE ME’ 
 
Endamê SES’ê Bariş Çali jî yê ku di çileya 2017an de hatibû îxrackirin diyar kir ku bêyî lêpirsîna wî temam bibe hatiye îxrackirin û vê yekê wek neheqiyê pênase kir. Çalî destnîşan kir ku şewba koronayê ne îqtîdar ne jî civak zêde hilnade rewşek cidî û got: “Ez jî dixwazim di vê pêvajoy dijwar de wezîfeyê hildim ser milê xwe û li dijî vîrûsê têbikoşim.” 
 
‘KEDKARÊN ÎXRACKIRÎ HEMÛ XWEDÎ EZMÛN IN’ 
 
Endama SES’ê Fatma Kiliç a di mijdara 2016an de li Amedê hat îxrackirin jî got: “Em wek kedkarên tenduristiyê ku hatin îxrackirin û mafê me hat desteserkirin dixwazin di vê pêvajoyagiran a şewba kûrewî de vegerin ser karê xwe. Tam jî di vê pêvajoya zehmet de pêdivî bi zêdekirina xebatkarên tenduristiyê heye. Wezareta Tenduristiyê behs dike ku dê nêzî 32 hezar kedkarên çapemeniyê bigirin kar. Divê bê gotin û bê tiştekî xebatkarên tenduristiyê yên hatin îxrackirin jî demildest vegerînin ser karê wan. Ev hemû kedkarên îxrackirî xwedî ezmûn in û pisporê kar in.” 
 
MA / Mehmet Şah Orûç