Ji niha ve dest bi amadekariyên zivistanê kirine!

img
ŞIRNEX - Bi hatina biharê re, li Şirnexê welatî dest bi berhevkirina giyayan kirin û ji niha ve amadekariyên zivistanê dikin. 
 
Li Şirnex û navçeyên wê ku di bin navê "ewlehiyê" de gelek deverên wan hatine qedexekirin, bi hatin biharê re her der hêşîn bûye. Welatiyên ku ji ber qedexeyan nikarin biçin zozanan, bi hatina biharê re li quntarên çiya û serê giran pincar, sorlyask û kariyê berhev dikin. Welatî bi van giyayan hem ji niha ve amadekariyên zivistanê dikin hem jî difiroşin û pê debara xwe dikin. 
 
Şemsiye Çoker ku li bajaroka Dêrgulê dijî, tevî diya xwe li quntarên Çiyayê Çiravê pincarê berhev dike. Çoker, anî ziman ku fêdeya van giyayan ji bo tenduristiyê jî heye û got: "Em ji bo zivistanê berên xwezayî berhev dikin. Paşê em wan dikelînin û ji bo zivistanê dixin şûşeyan. Ev giya ji bo tenduristiya mirovan baş in. Em heftê rojek du rojan tên berhev dikin. Em ji bo xizmên xwe, ji bo heval û hogirên xwe jî berhev dikin. Fêdeya xwezayê pir e. Bi saya van berên wxezayî tenduristiya me jî baş dibe û em pê debara xwe jî dikin."