Kanên madenê xistin nava pakêtê lê karker derxistin derveyî pakêtê

img

MANÎSA - Di pakêta tedbîrên aborî ya li dijî vîrûsa corona de kanên madenê xistin nava pakêta teşwîkê, lê karkerên madenê nexistin nava pakêta teşwîkê. Li aliyê din jî li kanên ku navber dan kar de zorê li karkeran dikin ku karker derkevin destûra bê heq. 

 
Serokê AKP'ê û Serokomar Tayyip Erdogan li dijî vîrûsa corona (Covid-19) pakêta tedbîrên aboriyê aşkere kir. Di pakêtê de kanên madenê hene. Lê ji bo mafê karkeran tiştek tune ye. Têkildarî pakêtê di Rojnameya Fermî de giştînameyek hat weşandin. Li gorî giştînameya bi îmzeya Serokomar Erdogan dê ji niha û şûnde lêçûna zêde ya şîrketên komir û lînyîtê yên aytî holdîngên Koç, Cîner û Enka ji aliyê dewletê ve bêne pêşwazîkirin. Lê ev pakêt ji bo karkerên kana komirê ya Soma derbas nabe. Karkerê ku li kana komirê ya Soma kar dike nexwest navê xwe bide, diyar kir ku li kanê li dijî vîrûsê tedbîr nehatine girtin. Karker anî ziman ku bi serwisa diçin kar û tên û serwîs tijî karker dibin. Karker, diyar kir ku dema diçim kana kar tenê germahiya laşê wan dipîvin û weki din di kontrole re derbas nabin. Karker da zanin ku tu tedbîr nehatine girtin, bi heman cilan kar dikin û di kar de tu guhertin nehatiye kirin. 
 
Karker da zanîn ku ewlehiya karê wan tune û dibe ku betal bimînin. Karker, anî ziman ku karkerên li kanê dixebitin ji rêveberiya kanê cil û maske xwestine, lê rayedaran gotine 'Pêdivî bi maskeye tune. Em ê her karkerekî li qoltixekê suyar bikin, bibin û bînin. Hûn ê di meha pêş de rehet bibin.' Karker anî ziman ku rêveberên karê zorê li wan dike ku derrkevin destûra bê heq." 
 
Rêveberê Sendîkaya Karkerên Madenê ya Serbixwe Tahir Çetin jî anî ziman ku rêveberiya madenê ya Soma gelek karker bê heq şandne destûrê û wiha got: "Patron mafê karkeran xezp kiriye û ew şandine destûra bê heq. Karker ji ber di aliyê aborî de mexdûr dibin serî li sendîkaya me didin. Me hem ji Wezareta Xebatê re û hem jî ji Karkeriya Komirê ya Tirkiyeye re daxwazname şand. Me xwest karker neyên mexdûrkirin. Lê li vir kedxwariya karkeran nayê dîtin."