SES: Vîrûs gihişt xizmetkarên tenduristiyê jî

img

ÎZMÎR - Hevseroka Şaxa SES'ê ya Îzmirê Nûrsel Yucesoy, diyar kir ku her diçe hêjmara nexweşe şewba vîrûsa corona belav dibe û xizmetkarên tenduristiyê jî bi vê şewbê ketine. Yucesoy, xwest hikûmet tedbiran bigirin. 

Şewba vîrûsa corona (Covid-19) roj bi roj pêlên xwe li Tirkiye û cîhanê belav dike. Li Tirkiye hejmara miriyan derket 44'an û hêjmara kesên bi vîrûsa corona ketine jî derket 1872'an. Lê heta niha tedbîrên berbiçav nehatine girtin. Hevseroka Şaxa Sendikaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) ya Îzmirê Nursel Yucesoy, têkildarî talûkeya vîrûsê û polîtîkayên hikûmeta AKP'ê ji Ajansa Mezopotamya re nirxandin kir. Yusesoy, anî ziman ku rêveberiyên nexweşxaneyan dixwazin li hemberî zext, tundî û neheqiyan dengê xwe nekin û ji xizmetkaran re dibêjin 'Îdare bikin'. Yucesoy, da zanîn ku xizmetkarên tenduristiyê jî bi şewbê ketine û yên xistine bin karantînayê jî hene. Yucesoy, xwest ku li gorî pêdiviyan tedbirên teknik û parastinê bên girtin û wiha got: "Wezareta tenduristiye tekildarî encama miri û nexweşen bi vîrûsê radiginîne. Lê ev encam ne rast in. 
 
'HEVALÊN ME KIRIN KARANTÎNAYÊ' 
 
Yucesoy, da zanîn ku di hevalên wan ên xizmetkarên tenduristiyê de vîrûs hatiye dîtin û wiha got: "Hevalên me yên xizketkarên tentduristiyê xistine karantînayê. Li Nexweşxaneya Lêkolî û Perwertdehiyê ya Bozyaka ya Îzmirê 3 personelên tenduristiyê xistine karantînayê. Midûrê tenduristiyê ji hevalên ku li gel wan dixebitin re gotiye 'Pêwisti bi testê nake" û tu test nekirine. Ger ku dixwazin terbira ve yeke bigirin, divê bi lez tayina xizmetkarên nû bikin û kesên hatine îxrackirin disa karê wan bidin wan" 
 
Yucesoy, anî ziman ku di karantînayê de kesên ciwan jî hene û wiha lê zêde kir: "Divê test bên zêdekirin. Mirov li hişyariya "Li malê biminin" guhdar nakin. Di nava kesên bi vê nexweşiyê ketine tenê kal û pîrê 65 salî tune nin. Kesên ciwan jî hene." 
 
MA / Sevda Aydın