‘Bi piştevahiya civakî em dikarin ji vê rewşê derkevin’

img
ENQERE – KESK, DÎSK, TTB Û TMMOB’ê, di çaroveya vîrûsa korona de daxuyaniyek hevpar weşandin û gotin: “Rewşa heyî encama feraseta neo-lîberalizmê ye. Ji bo ku ji vê krîzê bê derketin, pêwîstî bi piştevahiya civakî heye. Encex bi vê em karibin ji vê rewşê derkevin.”
 
Sendîkaya Kedkarên Çemawerî (KESK), Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) û Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB) daxuyaniyek hevpar weşandin û pêşniyarên xwe yên derbarê vîrûsa korona (Kovîd-19) ji hikumetê re kirin. 
 
Sendîkayan di daxuyaniya dan de, diyar kirin ku ew ji bo “Cîvana Koordinasyona Têkoşîna bi Vîrûsa Korona” nehatine vexwendin û wiha gotin: “Ji dest pê ka pêvajoyê ve em xebatên xwe bi rêve dibin. Vîrûs bi her awayî tenduristiya gel û welat dixe talûkeyek mezin.”
 
Di dewam daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Tedbîrên Serokkomar Erdogan aşkere kirin, di civakê de nebû semda baweriyê. Berevajî, tenê bawerî da sermaye. Karker, bêkar, esnaf, mexdûrên krîzê û xizan carek din li dijî dewletê bê bawer ketin. Pêvajoya heyî da nîşandan ku, ev rewş encama feraseta neo-lîberalizmê ye. Ji bo ku ji vê krîzê bê derketin, pêwîstî bi piştevahiya civakî heye.”