Nûnerên sendîkayan: Ji bo bi milyonan karker tevdîr nehatine girtin

img

STENBOL – Nûnerên sendîkayan diyar kirin ku mesafeya izolasyona civakî ya li dijî vîrûsa koronayê hat destpêkirin divê ji bo karkeran jî bikeve meriyete û divê tedbîr bi awayên pêşî li windakirina maf werin girtin pêk were. 

Ji bo pêşîlêgirtina vîrûsa kornayê (Kovid-19) ku rêgeza îzolasyon civakî hat destpêkirin ji bo karkeran ne derbasdar e. Tevî her kêlî rayedarên hikumetê hişyariya “li malê bimîne” dikin jî lê karker hem wesayîtên veguheztina komî û hem jî serwîsan bikar tînin û tên xebitandin. Her çiqas cihên kêf û xweşiyê hatibin girtin jî lê hêj sektora karên wek tekstîl, metal û înşatan vekirî ne û karker tên xebitandin. 
 
Belavbûna vîrûsê ji bo karkeran jî metirsiyek mezin derdixe holê. Ji bo demek kar tên girtin û karkeran jî derdixin destura bêpere ya ji neçarî. Her wiha an jî karker bi derxistina ji kar a bê tezmînat re rû bi rû ne.  
 
Rêveberên sendîkayan tedbîrên ji aliye Serokkomar Tayyîp Erdogan e hatin eşkerekirin kêm dibinin. 
 
Serokê Sendîkaya Karkerên Tekstîlê ya girêdayî DÎSK’ê ya Şaxa Stenbolê Asalettîn Arslanoglû diyar kir pêwîste izolasyona civakî ya tam ji bo karker jî nexbitin derbasdar be û got: “Xebitandina karkeran nîşaneya negirtina tedbîran e. Belavkirina maske û lepikan nayê maneya ku tevdîr hatibin girtin. 
 
‘DIVÊ FONÊ BÊKARIYÊ JI BO VÊ REWŞÊ WERE BIKARANÎN’ 
 
Arslanoglû da zanîn ku fonê bêsîgortaya bêkariyê ji bo rewşên wiha hatiye hatiye avakirin û got: “Heke ev fonê karkeran heta îro ji aliye hikumetan ve bêarmanc û ne pêwîst nehata bikaranîn, dê îro bi pereyê vî fonê windahiya heqê karkeran bihata pêşwîzkirin. Pereyê ku virde wirde tê bikaranîn pêk nehata wê karker bêfon nemana.” 
Arslanoglû anî ziman ku ew planê “Mertalê Îstîkrarê yê Aboriyê” rast nabîne û pereyê ji bacên karkeran hatiye berhevkirin divê ji bo rojên wisa ji bo karkeran were beralvkirin. Arslanoglû got di plana pakêtê hikumetê de tenê dewlemend cih digirin û divê bi awayek wekhev çavkanî li hemû welatiyan were parî kirin. 
 
‘WÊ FABRÎKAYÊN METALÊ NAVBERÊ BIDIN HILBERÎNÊ’ 
 
Sekreterê Sendîkaya Karkerên Metalê ya Hevgirtî ya DÎSK’ê Ozkan Atar jî destnîşan kir ku li fabrîkeyên ew li bi rêxistinkirî ne di çarçoveya rêgezên Yekîtiya Tabîban de hatiye belavkirin tevdîran girtine û got: “Xebitandina bi sedan karkeran a li cihekî talûkeyê şewbê zêdetir dike. Me bi rêveberiyên fabrîkayan re hevdîtin pêk anî. Di encama van hevdîtinan de wê di nava vê hefteyê de fabrîkeyên metalê navberê bidin hilberînê. Wê li van fabrîkeyên navberê didine hilberînê wê destûra karkeran bi heq were jimartin. Ji bo mafê karkeran binpê nebe û mexdûr nebin me hemû tevdîran girtiye. Tevahiya welat di bin talûkeyê de ye. Derûniya karkeran jî ji ber rewşê ne baş bûye. Li cihê kar ên sendakayî em dikarin mafê karkeran hildin bin mîsogeriyê. Lê kargehên karker ne sendîkayî ne, rewş xerab e. Ji bo karkeran çi ji destê me were em amade ne.” 
 
‘TEVDÎRÊN WAN TENÊ JI BO DEWLEMENDAN E’ 
 
Atar diyar kir ku tevdîrên ji aliyê Serokkomar Erdogan ve hatin eşkerekirin ne karker û civakê diparêz e berevajî vê sermaye û kara wî diparêz in û divê demildest ewlehiya canê karkeran were ewlekirin. Atar got divê bêyî ku mafê karkeran were xespkirin lazime tevdîr werin girtin.
 
‘LI ŞANTIYEYÊN ÎNŞATAN TU TEVDÎR NAYÊN GIRTIN’ 
 
Serokê Giştî yê Sendîkaya Karkerên Înşat û Rê ya Şoreşger ku girêdayî DÎSK’ê ye Ozgur Karabûlût jî destnîşan kir ku li şantiyeyên înşatan tu tevdîr nehatine girtin û dezenfektana li ofîsan jî kêm e. Karabûlût li cihên karker lê dixebitin paqijî nîne û karkerên înşatan bi talûkeyên mezin ên nexweşînê re hevrû ne. Karabûlût anî ziman ku ji ber tevdîr nehatine girtin û paqijî li şantiyeyên înşatan nîne dibe ku vîrûs zû bi zû belav bibe û divê ji bo karkeran demildest tevdîr werin girtin û li vê qadê jî biryar were girtin ku navberê bidin kar. Karabûlût da zanîn ku tu bendewariya karkeran ji îqtîdarê nîne û di pakêtê tevdîrê yê îqtîdarê de ji bo karkeran tiştek nîne û di pakêt de tene kolonya û dia tenê hebû. 
 
MA / Tolga Guney