Aborîzan Onder: Gotin û polîtîkayên îqtîdarê rê li ber întiharê vedikin

img

STENBOL - Aborîzan Prof. Dr. Îzettîn Onder, destnîşan kir ku ji ber gotin û polîtîkayên îqtîdarê mirov bê çare û alternatîf dimînin û got, polîtîkayên neolîberal û rewşa aboriya heyî mirovan ber bi întiharê ve dişînin.

 
Krîza aborî pêşî li ber întiharan vedike. Li gorî daneyên sala 2018'an ên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK), 3 hezar û 161 kes întihar kirine. Her wiha di sala 2019 û 2020'an de jî gelek kesan întihar kiriye. Aborîzan Prof. Dr. Îzettîn Onder, întiharên ji ber polîtîkayên aboriyê û krîza siyasî nirxandin.
 
Onder, destnîşan kir ku bi taybetî jî li bajarên mezin betalî dibe sedema tengijîneke hisî û got, bajarîbûn civakê û kesayetiyê dipelçiqîne û got, di vê yekê de rola polîtîkayên navxweyî û derve yên îqtîdarê heye.
 
Onder, diyar kir ku tu mekanîzmayên dewlet û îqtîdarê yên ji bo parastina mirovan tunene û got: "Her diçe meaşê kêm kêmtir dibe, keda mirov bêqîmet dibe, pergala sîgorteyê qels dibe. Ev ne tiştine rasthatinî ne. Ev tişt girêdayî polîtîkayên berjewendiyê yên siyasiya ne. Her wiha ev meseleyeke pergalê ye. Heger em baş lê mêze bikin em ê bibînin ku kapîtalîzm hildiweşe. Lê belê ev hilweşandin wê di 4-5 salan de pêk neyê, belkî di 300-500 salî de pêk bê. Wê ev hilweşandin car carinan manewrayan bike. Lê belê wê bidome. Êdî li seranserê cîhanê bûye nexweşînek. Êdî hêdî hêdî xizmetên civakî yên welatan Ewropayê û DYA'yê hildiweşin. Xeleka ewlehiya civakiyî tê tengkirin. Xizmet tên kêmkirin. Li gor wan em ehm hêjartir in, hem jî asta me ya xizmeta civakiyî pir kêm e. Yanî em helkeya herî lawaz a vê yekê ne. Em zû ji hev dikevin."
 
‘POLÎTÎKAYÊN GIŞTÎ DIBIN SEDEMA ÎNTIHARÊ'
 
Onder, destnîşan kir ku daraz û çapemenî di destê îqtîdara AKP'ê de ye û bi vî hawayî civakê xistine bin kontrola xwe û got: "Ji ber ku daraz, perwerdehî û çapemenî ev qasî di bin kontrola wan de ye, bikî nekî ev tesîrê li aboriyê jîdikin. Yek ji faktorên sereke yên civakê li ser piya dihêle aborî ye. Lê belê rewşa baoriyê xirab dibe. Ji ber vê her tişt jî xirab dibe. Bi ser de jî çapemenî, daraz û mekanîzmayên din ên dewletê hewl didin ser vê xirabbûnê bigirin. Ji bo asta hişmendiyê ya civakê bilind bibe, pêdivî bi afirandina hin çareseriyan heye."
 
‘ABORÎ DIBE SEDEMA ÎNTIHARÊ'
 
Onder, destnîşan kir ku bilêvkirina îqtîdarê, awayê wê yî xîtabî û polîtîkayên wê pêşî li ber întiharê vedikin û got, întiharên niha pêk tên ne ji ber sedemên derûnî ne. Onder, got: "Di civakeke asayî de întihar pir kêm çê dibin. Lê belê gava întihar zêde dibin û mirov li wan mêze dike, divê mirov derûniyê deyne hêlekê. Întihar ji ber bêçaretiyê pêk tên. A dibe sedema vê bêçaretiyê jî aborî ye. Betalî ye. Bilêvkirin, awayê xîtabê û polîtîkayên îqtîdarê derûniya mirovan xirab dikin. Ev mantalîte mirovan naxwaze."
 
Onder, anî ziman ku her diçe aboriya Tirkiyeyê xirabtir dibe û got: "Gava em li reqeman mêze dikin, em dibînin îstatîstîk tên manîpulekirin. Ev manewaryeke siyasî ye û tiştekî qirêjî ye."