Qeyûman 2 hezar û 328 karker ji kar derxistine

img

AMED – Li Amedê, qeyûmên hatine tayinkirin 2 hezar û 328 karkerên endamên Sendîkaya Genel-ÎŞ'ê ji kar derxistine û her wiha heta niha ji karkerên doz vekirine 70 jê bi ser ketine, lê belê ew jî nikarin biçin ser karên xwe.

Qeyûmên di sala 2016'an û piştî hilbijartina 31'ê Adara 2019'an hatin tayînkirin, pêşî karker hedef girtin. Di raporên ku der barê qeyûman de hatine amadekirin de, heta beriya hilbijartina 31'ê Adara 2019'an bi çend mehan qeyûman nêzî 15 hezar karker ji kar derxistine. Herî zêde jî qeyûmên tayinî şaredariyên Amedê hatine kirin karker ji kar derxistine. 
 
2 HEZAR Û 200 ENDAMÊN SENDÎKAYÊ JI KAR DERXISTINE 
 
Ji van karkeran 2 hezar û 328 jê endamên Sendîkaya Genel-Îşê bûn. Piştî 2 hezar û 200 karkerên endamên Şaxa 2'yan a Sendîkayê ji kar hatin derxistin, hejmara endamên wê bû hezar û 600 kes. Her wiha piştî 128 endamên Şaxa 1'ê jî hatin îxrackirin hejmara endamên wê jî bû 2 hezar û 300. Ji karkerên doz vekirin 70 jê bi ser ketin. 
 
Serokê Şaxa 1'ê a Genel-Îş a Amedê Hasan hayrî Eroglû got: "Piştî qeyûm hatin di 7-8 mehan de 2 hezar û 200 endamên me ji kar hatin derxistin. Ev karker tenê endamên sendîkaya me bûn. Her wiha karkerên ne endamên sendîkaya me jî ji kar hatine derxistin. Ji 2 hezar û 200 karkerên ji kar hatin derxistin 70 jê di dozên vekirin d ebi ser ketin. Lê belê dîsa jî nikarin biçin ser karê xwe." 
 
Her wiha Eroglû, ji bo qeyûmên di sala 2019'an de jî got, anî ziman ku wekî ên berê karker ji kar nehatine derxistin û got: "Çimkî êdî kesekî ku ji kar derbixin nehiştine."