Qeyûmê Amedê karê bi 324 hezar TL'yî bi milyon 200 hezar TL'yî çê kiriye

img

AMED – Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Hasan Basrî Guzeloglû, li 6 deverên bajêr 12 ronahiyên dekoratîf ên bi 324 hezar TL'yî bi milyon û 210 hezar TL'yî çê kiriye. 

 
Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Hasan Basrî Guzeloglû, bi "usûla bazariyê" li 6 deverên bajêr 12 ronahiyên dekoratîf çê kiriye. Qeyûm ji bo vî karê ku tu eceleya wê tuneye, demildest gazî du şîrketên reklamê kiriye û her du şîrketan yek jê ji bo îhaleyê milyon û 222 hezar TL û yek jê jî milyon û 210 hezar TL pêşniyar kiriye. 
 
6 DEVER Û 12 RONAHΠ
 
Qeyûm li ser Rêya Rihayê, li Xaçerêya Pira Seyrantepeyê, balafirgeh, otogar, jêrebihura Ofîsê û Pira Elîparê 12 ronahî çêkirine. Li ser wan jî "Peygamberler ve Sahabeler Şehri Diyarbakır” (Bajarê Pêxember û Sehabeyan Amed) û "UNESCO Kültür Mirası Şehir Diyarbakır” (Bajarê Mîrateya Çandî ya UNESCO'yê Amed) nivîsandiye. 
 
TENÊ JI BO TÎPAN 324 HEZAR TL XERC KIRIYE 
 
Şîrketên reklamê serê santîmetreyê 6 TL wergirtine û bi giştî milyon û 210 hezar TL pere girtine. Ev yek di nav sektorên reklamê yên bajêr de bû cihê nîqaşan. Her wiha şîrketên reklamê diyar dikin ku heqê tîpan 750 TL ye û ji bo nivîsa “Peygamberler ve Sahabeler Şehri Diyarbakır” û "UNESCO Kültür Mirası Şehir Diyarbakır” ku bi giştî 72 tîp in, diyar dikin ku bi giştî 54 hezar TL dikin. Bi giştî bihayê 6 nokteyên li bajarê dike 324 hezar TL. Li gor îhaleya ku qeyûm çê kiriye serê tîpekê 2 hezar û 800 TL pere hatiye dayîn. Derket holê ku qeyûm karê bi 324 hezar TL'yî bi milyon 200 hezar TL'yî çê kiriye.