Xelata Aştî, Hogirî û Demokrasiyê dan Kadîr Înanir û Dayikên Aştiyê

img

AMED – Odeya Bijîşkan a Amedê ji sala 1995’an vir ve “Xelata Aştî, Hogirî û Demokrasiyê” organîze dike. Xelata îsal dan hunermend Kadîr Înanir û Dayikên Aştiyê. 

Odeya Bijîşkan a Amedê (DTO), her sal wek kevneşopiyekê “Xelata Aştî, Hogirî û Demokrasiyê” dide. Îsal jî dê xelat bê dayîn. Odeya Bijîşkan têkildarî vê xelatê li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Rêveberên Odeyê û endamên jûriya xelatê beşdarî civînê bûn. Metna daxuyaniyê ya bi kurdî Hevserokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmeta Civakî (SES) a Amedê yê berê Recep Orûç û metna tirkî jî rêvebera Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê parêzer Derya Yildirim xwend. 
 
DTO’yê biryar girt ku Xelata “Aştî, Hogirî û Demokrasiyê” ya îsal dê bidin hunermendê sînemayê Kadîr Înanir û Dayikên Aştiyê. 
 
Daxuyaniya ji aliyê Recep Orûç ve hat xwendin wiha ye:
 
“Di welatê me û herêma me de roj bi roj politikayên şer firehtir dibin û krîza aborî kurtir dibe. Di van rojên tarî de maf û azadîyên bingehîn ji holê tên rakirin, tekoşîna mafê mirovan rastî şidet û tundîyê tê, bi deh hezaran kesên kû tekoşîna aştîyê birêve dibin tên girtin, îrada gel tê binpê kirin, bi qerarnameyan ve bi sedhezaran kedkar karên xwe tên avêtin, akademîsyen tên binpêkirin û nirxên akademîk ji holê tên rakirin, çapemenî bin sansureke giran deye, tu kes xwe ewlehîyê de nabîne û ew rewşa awarte ya kû di dîrokê de jî tu car nehatîye dîtin roj bi roj xirabtir dibe. Îqtîdar ji bo vê demsala tirse bidome yên ku dengê xwe bilind dikin û îtîraz dikin ditirsîne û li dijî wan polîtîkayên tundî dimeşîne.
 
Bi tevahî vê demsala tirsê, van tundî, binçavkirin û girtinan jî yên ku têkoşîna Aştî, Hogirî û Demokrasîyê dimeşînin hêvîyên me yên welat û cîhaneke aştîyane jî mezintir dikin. Em bi saya wan de îrada xwe ya jîyaneke aştîyane bi bîr tînin.
 
Ji bo yên xwedîyê vê kedê nêyên bîrakirin, yên gavekî pêş ketine bên rûmetdar kirin, û ji bo yên kû tekoşîna Aştî û Demokrasîyê didomînin bên civîn bi alîyê Odeya Bijîşkan a Amedê ve 14 Adara 1990'de yekemîn xelata 'Aştî, Hogirî û Demokrasîyê' hat dayîn. Pêvajoya Tirkîya îroyîn de rewşa awarte salên 90'î kêmtirîn nîne û ev yek jî giringîya xelata me hin zêdetir dike.
 
Bi alîyê jûrîya dîyarkirina xelatê ve îsal di nav namzet û sazîyan de du nav hatın dîyarkirin. Xelata 'Aştî, Hogirî û Demokrasî'yê ya îsal însîyatîfa Dayîkên Aştîyê; Ji ber kû demsalên 90'î ên tundîyê heya sala îro a kû mîlîtarîzm û şovenîzm zêde dibe û her cure sepandinên antîdemokratîk tên meşandin jî bêsekinandın tekoşîna xwe didomînin û tucar gav paşve navêjin. Û Kadir İnanir; ji ber ku bi tevahî her cureyî êrîşên îktîtdarê, dîsa jî bi alîyê jîyanê disekine û dev ji helwesta xwe ya hemberî şer berneda.
 
Dayîkên Aştiyê salên 90'an ji vir ve bênavber bi aliyê berxwedanên û serkeşiyên xwe, bi israra aştîyê laçikên xwe yên spî xistin sembola tekoşîna aştî û demokrasîyê. Bi vê têkoşîna xwe ya ser sîyasetê ve nîşandan kû dayîk dikarin şer bidin sekinandin.
 
Kadîr Înanir bi hunera xwe û sekna xwe ya entellektuel civaka Tirkîyê de kesayetekî giringe û demên borî de pêvajoyên aştîyê dejî ked û xebatên hêja meşandîye. Înanir li hemberî tim zext û zordarîyan jî daxwaza xwe ya aştîyê di her platformê de anî ziman û di nav rewşenbîran de jî hişyarîyek çêkir.
 
Her du nav jî ji bo dîroka têkoşîna aştî û demokrasîya me pir hêja ne. Em pîya sekinandina xwe deyndarê dayîkên aştîyê ên kû jîyana xwe fedayî vê tekoşînê kirine û hunermendên mîna Kadir Înanir ê ku deng dayê dengê dayîkên vê cagrafyayê ne.
 
Em bangî têkoşerên Aştî û Demokrasîyê dikin ku tevlî merasîma me bibin.” 
 
Xelat dê di 7’ê Adarê de li Otela Demîr a li navçeya Sûra Amedê were dayîn.