Temellî: Li Tirkiyeyê 2 milyon zarokên karker hene

img

STENBOL - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, di kongreya DÎSK'ê de axivî û wiha got: "Dem dema hileşîna vê îqtîdarê ye. Hebûna xwe bi şer didomînin. Werin em bi hevre neolîberalîzmê bikujin. Li Tirkiyeyê 2 milyon zarokên karker hene. Bi zewaca zarokan zilmê ferz dikin."  

Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), li Navenda Kongre ya Halîçê bi hişyariya "DÎSKA 2020’an, Keda Tirkiyeyê" 16’emîn Kongreya Giştî ya Asayî li dar xist. Kongreya 3 rojan bidome, bi axaftinan berdewam dike. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî tev li kongreyê bû. Temellî, anî ziman ku hêzên desthilatdar ji bo cîhanek bê ewle ava bikin, bêtir tundî û şer pêş dixin û wiha got: Werin em bi hevre neo-liberalizmê bikujin. Karker û kedkar, ciwan û jin, li qadan ji Bexdeyê heta Ekvatorê, ji Cezayirê heta Şillîyê li dijî zordestan li qadan dengê xwe bilind dikin. Dibêjin Neoliberalizm li Şillî pêş ket û dê li Şîlliyê bikujin. Ez bawer dikim ku tekoşîna ked, demokrasî û azadiyê ku li Tirkiyeyê bilind dibe, dê dawî li vê hişmendiya kifniki bûye bîne."
 
Temellî, xwest hemû karker û kedkar têkoşîna xwe ya li dijî hişmendiya kifikî bikin yek û wiha axivî: "Ev qul û gerîneka li Qesrê vebûye ked û mafê hemû gelan dadiqurtîne. Ev dewlemendên Tirkiyeyê hemû dewlemendiyên me, mafê me û nirxên me xezp dikin. Tevan di qulika Qesrê de dadiqurtînin. Her ku diçe bêtir şer zêde dikin û kedxwariyê zêde dikin. Bi xwe re bêtir xizanî, betalî û nelirêtiyê pêş dixin. Li Tirkiyeyê 2 milyon karkerên zarok hene. Bi pergala 4 + 4+ 4 a perwerdehiyê karkeriya zarokan belav dikin. Dîsa bi zewacê zilmê li ser zarokan ferz dikin. Jinên tev li karê debarê dibin piranî rastî kedxwariyê tên. Bêedaletiyek pir mezin heye. Tenê sala par 449 jin hatin kuştin."