Ji ber jenerator û dînamîtan hejmara masiyên Çemê Dîcleyê kêm dibe

img

ŞIRNEX – Bahattîn Noyan ku 20 sal in bi qeyika xwe masiyan ji Çemê Dîcleyê digire, anî ziman ku ji ber zevtkirina masiyan a bi jenerator û dînamîtan hejmara masiyên li Dîcleyê kêm bûne. 

Li Cizîra Şirnexê, ji ber jenarator û dînamîtan celebên masiyên Çemê Dîcleyê kêm dibin. Her wiha ocaxên qûmê yên di nav çem de jî tesîrê li celebên masiyan dikin. 
 
Masîvan Bahattîn Noyan ku 20 sal in masîvaniyê dike, keleka xwe dikeve çem û masiyan zevt dike. Noyan, diyar kir ku gava zevtkirina masiyan qedexe bû jî masî bi awayekî nezanî dihatin zevtkirin û got: "Li herêma Basan û Qesrîkê bi jeneratorê masiyan zevt dikin. Ji ber vê masî dimirin. Loma her diçe hejmara masiyan kêm dibe". 
 
Noyan, anî ziman ku ew di demasala zevtkirina masiyan de bi torê masiyan zevt dikin û got, lê belê hin masîvan di dema çêbûna masiyan de jî masiyan zetv dikin û ev yek tesîrê li hejmara masiyan dike. Noyan, diyar kir ku berê hejmara masiyan zêde bû û got: "Berê min 30-40 kîlo masî zetv dikirin. Lê belê niha ji be rocaxên qûmê û ji ber zevtkirina masiyan a bi nezanî ancax 3-4 kîloyan zevt dikim".