Çalakiya karkerên jin di roja 110'an de ye

img

ÎZMÎR - Çalakiya karkerên jin ên ji ber ku endamên sendîkayê bûn ji Tekstîla SF Tardeyê ji kar hatin dexistin, di roja 110'an de ye. Karker Sevcan Sarioglan, diyar kir ku bi îdiayên bêbinî ji kar hatiye derxistin. 

Li Îzmîrê, çalakiya karkerên jin ên ji ber ku endamên sendîkayê bûn ji Tekstîla SF Tardeyê ji kar hatin dexistin, di roja 110'an de ye. Karker Sevcan Sarioglan ku di 10'ê Çileyê de daxilî çalakiyê bû, bal kişand ser zextên li fabrîkeyê û neheqiya li wan hatiye kirin. 
 
Sarioglan, anî ziman ku li fabrîkeyê zêde dixebitîn û meaşê wan kêm bûye û got, rêvebirên fabrîkeyê ji bo karker bêtir bixebitin tim zext li wan dikirin. Sarioglan, destnîşan kir ku karker biçûk tên xistin û got, ji bo vê rewşê biguherînin bûne endamê sendîkayê. Sariogaln, bi îdiayên "xerakirina aştiya kar, sedema şer û nedayîna deynên karkerana" ji kar hatine derxistin û got, lê belê ev îdia bêbinî ne. 
 
'ÎDIAYÊN BÊBINÎ' 
 
Sarioglan, got: "Min ji midûrê wê re got, 'Ev tişt nerast in. Ji karkeran kî ev îdia gotibin me û wan bînen cem hev. Ez vê yekê qebûl nakim'. Pêşî ji min xwest ez parastina xw ebinivîsm. Min jî nivîsand ku ev îdia bêbinî ne. Paşê îxtar dan û xwestin îmze bikim. Ez jî li ber rabûm û min îmze nekir. Bêyî ku tazmînata min bidin ez ji kar derxistim. 8 salan lê xebitîm. Lê bi îdiayine bêbinî ji kar hatim derxistin." 
 
Sarioglan, anî ziman ku der barê endamtiya sendîkayê de bi midûr re axiviye lê belê midûr qet behsa vê yekê nekiriye û got: "Ji dêvla bêjin ji ber ku tu sendîkayî bû ji kar hatiyî derxistin, van îdiayên bibinî ji xwe re kirine hincet. Ev jî taktîkeke nû ye." 
 
‘EM DEV JÊ BERNEDIN' 
 
Sariogaln, destnîşan kir ku heta venegerin se rkarê xwe wê bitêkoşin û got: "Ez ê jî wekî hevalên xwe bitêkoşim. Em ê paş ve gav neavêjin".