Ji bo debarê nan dipêjin û difroşin

img

MÊRSÎN – Malbata Yilmazoglu, ji bo debara xwe bike nan çê dike û difiroşe. Reşat Yilmazoglû anî ziman ku ji bo kar çûye ÎŞKÛR'ê, lê jê re gotine: "Apo hê ciwan li benda kar in. Em ji ku kar ji tere peyda bikin?" 

Qeyrana aborî malbatên dahata wan kêm e perîşan kiriye. Yek ji van malbatan jî malbat Yilmazoglû ye. Malbata 4 kulfetî ji bo debara xwe bike nanê sêlê dipêjin û difiroşin. Reşat Yilmazoglû yê 56 salî anî ziman ku salek e kes ji wan naşoxule. 
 
‘BETAL IM Û DIVIYA ME TIŞTEK BIKIRA' 
 
Yilmazoglû, anî ziman ku ji bo birçî nemîni diviya tiştek bikirana û paşê ew û hevjîna xwe Fatma Yilmazoglû (48) dest bi çêkirina nanê sêlê kirine. Yilmazoglû, diyar kir ku berê li Herêma Serbest a Mêrsînê di tekstîlekê de dixebitî, lê belê ji ber krîzê ji kar hatiye derxistin û salak e betal e. Yilmazoglû, anî ziman ku car carinan karê rojane jî kiriye lê belê ji ber ku ev kar jî pir tunene biryar daye ku ew û zarokên xwe li malê nanê sêlê çê bikin û li bazaran bifiroşin. Yilmazoglû, got: "Niha betal im. Hevjîna min nen dipate. Ez jî arvan, êzing filan bêvanan tînim."  
 
‘ME RÊYA QESAB JI BÎR KIRIYE' 
 
Yilmazoglû, diyar kir ku hê jî li kareî digere û got, çend roj berê çûye ÎŞKÛR'ê lê belê rayedarên li wir jê re gotine "Apo hê ciwan li benda kar in. Îjar em ê ji ku peyda bikin ji te re". Yilmazoglû, destnîşan kir ku her diçe şert û mercên jiyanê zehmetir dibin û got: "Niha em di şevnişînekê de dimînin. Min xwest xaniyekî din kirê bikim, lê heqê kirêyan pir buha ye. Mecbûr em jî di şevnişînê de dimînin. Mehê em 450 TL'yî didin heqê kriêya şevnişînê. Mehê jî em 150 TL didin heqê ceryanê 100 TL'yî jî didin heqê avê. Em goşt naxwin. Me rêya qesab ji bîr kiriye. Kesên dibêjin krîz tuneye bawer bikin bi tiştekî nizanin. Krîzeke mezin heye. Her diçe xirabtri dibe."  
 
Hevjîna wî Fatma Yilmazoglû jî diyar kir ku rojê nêzî 300 nanî çê dike. Yilmazoglû, bal kişand ser betaliyê û got, nanê ku difiroşin jî ancax têra mesrefên wan î bazarê dike. Yilmazoglû got: "Ji par havînê ve em vî karî dikin. Ji ber me nikaribû êdî debara xwe bike dest bi vî karî kir. Par me nan bi lîreyekê difirot niha em bi 1.25 lîreyîd ifiroşin. Divê jin bixebitin, divê fedî mekin. Gava mirov nan dibe mala xwe kêfxweş ddibe û jê xweştir tiştek tuneye." 
 
MA / Ergîn Çaglar