Derengî xistina mûçeyê xwe şermezarkirin

img
 
AMED - Şaxa SAGLIK-SEN'ê ya Amedê, derengîxistin û  nebirêkûpêkbûna mûçeyên xwe şermezar kirin.
 
Li Nexweşxaneyên Zanîngeha Dîcleyê, kedkarên tenduristiyê, ev demekê ye heqdesta xwe ya mesaiyên zêde û sermayeya veberhênanê dereng û nebirêkûpêk digirin. Şaxa Sendîkaya Xebatkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SAGLIK-SEN) ya Amedê, têkildarî derengîxistin û nebirêkûpêkbûna heqdesta kedkarên nexweşxaneyê daxuyaniyeke çapameniyê da. Gelek xebatkarên nexweşxaneyê yên endamên sendîkayê tevlî daxuyaniyê bûn. 
 
Di daxuyaniyê de Serokê SAGLIK-SEN'ê Veysel Cangul axivî û diyar kir ku heqdesta mesaiyên zêde û sermayeya veberhênanê ya kedkaran 3 meh dereng tê razandin û wiha got: "Ev pirsgirêk ne tenê bi Amedê bi sînor e, li tevahiya Tirkiyeyê li nexweşxaneyên zanîngehan wiha ye. Kesên ku nexweşxaneyên zanîngehan bi vî rengî didine xebitandin, divê baş bifikirin û demildest têkildarî vê mijarê gav bavêjin."