Li Edeneyê li dijî zemê kapmanya

img

EDENE - ESP'ê  ji bo ku zemkirina ceryan, av û heqê rê bê betalkirin kampanyaya îmzeyê da destpêkirin. ESP'a Edeneyê, ji bo kampanyayê gazî edeneyiyan kir û got: "Ji ber polîtîkayên şer ên îqtîdarê her diçe xwarina gel kêm dibe." 

Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) ji bo zemkirina ceryan, av û heqê rê bê betalkirin bi dirûşmeya "Xizanî ne qeder e, krîz a kapîtalîzmê ye, çareserî jî sosyalîzm e" kampanyayeke îmzeyan da destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de Rêxistina ESP'ê ya Edeneyê jî li bajêr kampnayaya navbirî da destpêkirin. Endamê Meclîsa Partiyê ya ESP'ê Osman Kara, destnîşan kir ku armanca wan 15 hezar îmze ne. Kara, bal kişand ser krîza li welat û got, di vê serdemê de ne kesên ku bûne sedema krîzê, gel bi awayekî cidî xizan dibe. Kara, destnîşan kir ku ji ber betalî û bêperetiyê mirov întihar dikin û bal kişand ser rewşa Adem Yariciyê ku li navçeya Antakya ya Hatayê agir berdabû bedena xwe. Kara, bilêv kir ku rewşa Yarici dîmena li welat bi xwe ye û got, li Tirkiyeyê û cîhanê krîzeke mezin heye û ji bo vê krîzê jî got, "îflaskirina kapîtalîzmê" ye. 
 
Kara, anî ziman ku her tişt buha bûye û got, îqtîdar ji bo şert û mercên jiyanê û ji bo zemên li ser hev du tên kirin ji nedîtî ve tê. Kara, bibîr xist ku ceryan ji sedî 60, gaza xwezayî ji sedî 70 û heqê rê ji sedî 20 hatiye buhakirin û got, her diçe nanê gel kêm dibe. 
 
Kara, bal kişand ser zemên li bajêr tên kirin jî û got, Şaredariya Bajarê Mezin a Edeneyê ji sedî 30 heqê avê kêm kiriye, lê belê hê jî heqê ava bermayî li fatûreyan tê barkirin. Kara, anî ziman ku li Edeneyê heqê rê ji sedî 20 hatiye buhakirin û got: "Li Tirkiyeyê mesafeya kurt a nav bajêr a Edeneyê ye. Lê belê herî zêde jî li Edeneyê heqê rê buha ye. Yanî 3.5 TL. Heger malbatek 5 kulfetên wê hebin, çûn hatine wan mehê dike hezar TL". 
 
15 HEZAR ÎMZE 
 
Kara, destnîşan kir ku ji ber zemên tên kirin gel pir tengijiye û got: "Em bang li gelê xwe dikin ku piştgiriyê bidin kampanyaya îmzeyê. Em ê li nav bajêr standan vebikin. Gava em li rewşa welat mêze dikin em dibînin ku 30 salên dawî budçeyeke mezin ji bo parastinê tê veqetandin. Ji ber polîtîkayên şerî nanê gel kêm dibe. Ev polîtîkayên şerî welat ber bi karesateke mezin ve dibe". 
 
Kara, anî ziman ku armanca wan 15 hezar îmze berhev bikin. 
 
MA / Hamdûllah Kesen