SES’ê nedayîna mûçêyên kedkaran protesto kir

img

AMED - Şaxa SES’ê ya Amedê nedayîna mûçeyên nobetên xebatkaran protesto kir. Hevseroka Şaxa SES’ê ya Amedê Yildiz Ok Orak xwest ku bi lez û bez daxwazên kedkarên tenduristiyê werin qebûl kirin.

Şaxa Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê û Xizmetên Civakî (SES) ya Amedê li pêş avahiya Nexweşxaneyên Zanîngeha Dîcleyê dêrbarê nedayîna mûçeyên nobetên xebatkaran daxuyaniya çapemeniyê li dar xist û protesto kir. Endamên Şaxa SES’ê ya Amedê beşdar bûn û pankarta “Em mêtina keda xwe qebûl nakin" hilgirtin. Di daxuyaniyê de Hevseroka Şaxa SES’ê ya Amedê Yildiz Ok Orak diyar kir ku ji ber pirsgirêkên malî yên ku li nexweşxaneyê tên jiyîn mûçeyên nobetên xebatkaran nayê dayîn û bang li rêveberiya nexweşxaneyê kir.
 
‘SÛCDARÊN REWŞA XERAB REYAEDAR IN' 
 
Ok da zanîn ku wek personelên nexweşxaneyê di demen dawî de di şert û mercên ku tenduristiya wan xerab bike de dixebitin û wiha got: “Bi şert û mercên xerab re mûçeyên nobetan jî nadin. Di derbarê mûçeyan em bi serbijîşktiyê re axivîn lê serbijîşktiyê “rewşa malî ya nexweşxaneyê” kir hincet.” Ok, dest nîşan kir ku dema rêveberî tengav dibe rewşa malî ya nexweşxaneyê dikin hincet û wiha axivî: “Çavdanîna li ser keda kedkarên tenduristvanan nayê qebûl kirin. Rewşa malî xerab be sucdarê vê em xebatkar nînin. Sucdarên vê yên ku pergala tenduristiyê û politîkayên veguhertinê yên tenduristiyê rêvedibinin. Li hemberî lêçûnên nexweşxaneyê, sepanên Saziya Ewlehiyê ya Civakî nexweşxaneyan dixe nava deynan. Li gel van rastiyan jî ji ber xeletiyên hukumetê deynên heyî dixwazin bêxin ser milê kedkarên tenduristvanan dikin bar ev bê însafî ye.”
 
‘WERIN EM NEXWEŞXANEYA XWE BIQALÎTE BIKIN’
 
Ok bang li rêveberên nexweşxaneyê kir û wiha berdewam kir: “Werin em nexweşxaneya xwe biqalite bikin û ji bo ku kedkarên li nexweşxaneya me dixebitin hêqê keda xwe bistînin em di serî de zextê li Wezareta Tenduristiyê û Wezareta Maliyê û li hemû rayedarên berpirsyar bikin.”
 
‘EM NAXWAZIN BI HÊNCETAN MÛÇEYÊN ME BIBIRIN’
 
Ok diyar kir ku divê heqê wan yên demên derbasbûyî jî di demekî nêz de bidin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Mûçeyên nobetan, doner sermaye û dayîna performansan divê bi awayekî birêkûpêk bidin. Em naxwazin ku rewşa malî ya nexweşxaneyê hincet nîşan bidin û mûçeyên me bibirin.”
 
‘TÊKOŞÎNA ME WÊ BERDEWAM BIKE’
 
Ok herî dawî destnîşan kir ku heke daxwazên wan neyên qebûl kirin hewce bike dê dest bi grevê bikin û wiha got: “Heta ku daxwazên me bên qebûl kirin têkoşîna me wê berdewam bike.”
 
Daxuyanî bi dirûşma “Bijî berxwdana kedkaran” û lêdana çepikan bi dawî bû.