TKÎ tazmînata karkeran kêm dide

img
MANÎSA- Par di meha Mijdarê de hatibû gotin ku dê tazmînatên karkerên madenê bê dayîn. Karkerê Kargeha Komirê ya Somayê Ercan Çetîn, diyar kir ku Kargeha Komirê ya Tirkiyeyê (TKÎ) tazmînata wan kêm daye û got, mafê me hatiye xespkirin. 
 
Par di meha Mijdarê de Wezareta Enerjiyê û Çavkaniyên Xwezayî soz dabû ku dê tazmînatên karkerên madenê yên Somayê bên dayîn. Sendîkaya Maden Îş a Serbixwe jî daxuyandibû ku dê Kargeha Komirê ya Tirkiyeyê tazmînata karkerên Eynes Madenê bide. Paşê sendîkayê di 5'ê Sibatê de daxuyandibû ku Kargeha Komirê ya Tirkiyeyê dest bi dayîna tazmînatan kiriye. Lê belê derket holê ku tazmînat kêm hatine dayaîn. 
 
'MAFÊ ME HATIYE XESPKIRIN' 
 
Karkerê Kargeha Komirê ya Somayê Ercan Çetîn Yilmaz, diyar kir ku Kargeha Komirê ya Tirkiyeyê (TKÎ) tazmînat kêm daye û got, mafê wan hatiye xespkirin. Yilmaz, anî ziman ku di sala 2006'an de li Kargeha Komirê ya Somayê dest bi kar kiriye û piştî 301 karker jiyana xwe ji dest dane bêyî ku tazmînata wan bê dayîn ji kar hatine derxistin. Yilmaz, destnîşan kir ku ew 2 hezar karkerên Somayê ji bo tazmînata xwe wergirin 5 sal in têdikoşin û got, çendî ku di dozê de bi ser ketine jî dîsa tazmînata wan nehatiye dayîn. 
 
Yilmaz, diyar kir ku ji bo mafê xwe wergirin tim çalakî li dar xistine û got: "Piştî me dît li vira ji bo çareserkirina pirsgirêkê muxatabek tuneye, me xwest em be rbi Enqereyê ve bimeşin. Me hevdîtin bi karkeran re çê kir. Ji bo meşê me destûr girt, lê dîsa jî meşa me hat astengkirin. Li Kirkagaçê cendirmeyan pêşiya me girt. Me li wir kon vedan û bi rojan man". 
 
'KÊM DIDIN' 
 
Yilmaz, anî ziman ku di vê pêvajoyê de heyetek karkeran çûye Enqereyê û hevdîtin bi şêwirmendê serokomar û musteşarê Wezareta enerjiyê re çê kiriye û got: "Nûnerên hikûmetê gotin wê Kargeha Komirê ya Tirkiyeyê tazmînata karkerên ocaxa Eynesê bide. Çimkî peymana TKÎ'yê ya bi kargeha Somayê re bi vî awayî bûye. Lê em li ocaxa Gavebtepeyê dixebitîn, lê belê TKÎ wextê me yê li vira hesab nake. Ji me re dibêjin em tenê yên dema ocaxa Eynesê bidin. Bi ser de jî kêm didin. TKÎ bi vî awayî mafê me xesp dike". 
 
‘EM MAFÊ XWE DIXWAZIN' 
 
Yilmaz, destnîşan kir ku piştî komkujiya li Somayê hikûmetê hin soz dabûn û got: "Lê 5 sal in sozên xwe bi cih neaniye. Em ne fîrmayên mezin ên wekî Kolîn, Lîmak an jî Cengîzê ne. Her wiha em ne li bendê ne ku hikûmet were me xelas bike. Em heqê keda xwe dixwazin. Bila sozên xwe bi cih bîne".