Di meha Çileyê de 112 karkeran jiyana xwe ji dest da

img
STENBOL - Li gorî rapora ÎSÎG'ê, di meha Çileyê de 3 jê zarok, 7 jê penaber herî kêm 112 karkeran, dî cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane. 
 
Meclîsa Tendirustî û Ewlekariya Karkeran (ÎSÎG) rapora cînayetên kar a meha çileyê weşand. Li gorî raporê 112 karker di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane. Di raporê de hatiye destnîşankirin ku karkerên jiyana xwe ji dest dane 12 jê jin û 100 jê jÎ zilam in. Di raporê hatiye diyarkirin ku 3 zarokên temenê wan di biniya 14 saliyê de jî jiyana xwe ji dest dane. 
 
Her wiha di raporê de hatiye destnîşankirin ku 7 penaberan jî di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane.