Bi tayînkirina qeyûm meaşê wan 60 qat zêde kirin

img

AMED - 12 qeyûmên tayînî şûna endamên HDP'î yên Meclîsa Şaredariya Rezanê hatin kirin, derbasî AKP'ê bûn. Di civîna ewil de meaşê Cîgirê Şaredar Mûhammet Akar ji 185 TL'yî kirin 11 hezar TL. 

Di hilbijartina 31'ê Adarê de HDP'ê li navçeya Rezanê ya Amedê ji sedî 71'ê rayan girtibû û şaredarî bi dest xistibû. Lê belê Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK), bi hinceta namzetê HDP'ê Zeyyat Ceylan bi KHK'ê hatiye îxrackirin mazbata nedabûyê. YSK'ê ji dêvla Ceylan mazbata dabû namzetê AKP'ê Huseyîn Beyoglû. 
 
PÊŞÎ MUDAXILEYÎ MECLÎSÊ KIRIN 
 
Di hilbijartina 31'ê Adara 2019'an de hejmara endamên HDP'î yên Meclîsa Şaredariyê 30 û yên AKP'ê jî 7 heb bûn. Piştî YSK'ê namzetê AKP'ê kir şaredar, Wezareta Karên Navxweyî jî di dîrokên cuda de 12 endamên HDP'î ji peywirê kir û qeyûm tayînî şûna wan kir. Piştî endamên HDP'ê ji peywirê hatin girtin û qeyûm tayînî şûna wan hat kirin, kesên hatin tayînkirin paşê derbasî AKP'ê bûn. Bi vî awayî piraniya meclîsê ket destê AKP'ê. 
 
MEAŞÊ WÎ JI SEDÎ 6 HEZAR HAT ZÊDEKIRIN 
 
Di cîvîna meha Sibatê de 18 endamên HDP'ê, 7 endamên AKP'ê, 12 kesên hatibûn tayînkirin û Şaredar Huseyîn Beyoglû tev li civînê bûn. Di civînê de ewilî meaşê Cîgirê Şaredar Mûhammed Akar hat zemkirin. Di civîna meha Çileyê de bi dengên endamên HDP'ê meaşê Akar ji 160 lîreyî bûbû 185 lîre. Lê belê piştî piraniya meclîsê ket destê AKP'ê, pêşî meaşê Akar hat zêdekirin. Meaşê Akar ji sedî 5 hezar û 845 hat zêdekirin û ji 185 TL'yî kirin 11 hezar TL. 
 
MA / Mehmet Şah Orûç