Li ber Walîtiya Antakya piştî got ‘ez birçîme, bê karim’ xwest întîxar bike

img

HATAY – Li Antakyayê, welatiyê bi navê A.Y., li ber walîtiyî piştî got “Ez birçîme. Bê karim. Li malê rewşa zarokên min xirabe. Zarokên min birçîne” xwest întîxar bike. 

Li navçeya Antakya ya Hatayê, welatiyê bi navê A.Y., li ber walîtiyî piştî got “Ez birçîme. Bê karim. Li malê rewşa zarokên min xirabe. Zarokên min birçîne” xwest întîxar bike. Polîsên li cihê bûyer bûn, bi tûpên şewatê mudaxileyê A.Y. yê xwe şewitand kirin. Ekîbên tenduristiyê yên hatin cihê bûyer, mudaxileyê A.Y. yê laşê wî şewitî kirin. 
 
Midurê Polîsan ê Hatayê Vedat Yavûz û Midurê Pênûsa Taybet ê Walîtiyê hatin cihê bûyer û bi A.Y. re axivîn. A.Y. diyar kir ku zarokên wî birçîne û ji ber bê kariye rewşa wan xirabe. Ekîbên tenduristiyê dûre A.Y. rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hatayê. Li gorî agahiyên ji nexweşxanê hatin girtin, A.Y. 35 saliye, di unîteya şewatê de tê dermankirin û xeteriya jiyana wî tuneye.