Karkerê destê wî di ber makîneyê de ma: Ambulans nedan

img

ÎZMÎR - Ferhat Karakaş ku dema di fabrîkayê de dixebitî destê wî ket ber makîneyê anî ziman ku gava ji nexweşxaneyê sewqî nexweşxaneyeke din hatiye kirin ambulans nehatiye peydekirin. Rayedarên nexweşxane û fabrîkay jî ji bo van îdiayan gotin, tiştekî wisa tuneye. 

Ferhat Karakaş ku dema li Fabrîkaya PVC ya Prolîne Gurmenê ya li navçeya Çîglî ya Îzmîrê dixebitî, di 27'ê Çileyê de destê wî di ber makîneyê de ma . Karakaş, destnîşan kir ku gava birîndar bûye wî rakirine Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Çgîgliyê û got, li vira tenê hebeke êbir dane wî. Karakaş, diyar kir ku wê giliyê nexweşxaneyê bike. 
 
Karakaş, anî ziman ku ji ber li Amedê kar tunebûye çûye Îzmîrê û got, li fabrîkayê bêyî bê perwerdekirin wî danîne ser makîneya presê. Karakaş, diyar kir ku li fabrîkayê hema bêje karkerek bi her karî re mijûl dibe û got: "Bi mantiqa 'tu çi qasî bixebitî ew qasî baş e' tev digerin. Li fabrîkayê 370 karker hene. Gava tu dest bi kar dikî dibêjin, rapora 'dikare di karê giran û talûke de bixebite' wergirin. Li fabrîkeyê ttevdîr nayên girtin. Kinc û lepikên kar jî tunene. Gava em makîneyên kar paqij dikin em tînerê lê dikin û paqij dikin. Di dema paqijkirinê de tu rûpoşan an jî tiştekî din nadin me. Tenê em dikarin lepikekî plastîk bi kar bînin. Gava min du heb bi kar dianî gotin, 'du heban bi akr neyne, lêçûn zêde dibin'. Tu ewlehî tuneye". 
 
TENÊ HEBA ÊŞBIR DANE WΠ
 
Karakaş, ji bo roja ku birîndar bû jî got: "27'ê Çileyê min ê derî kolî bikirana. Lê rêveberek hat got, makîneyê paqij bike. Ez û hevalekî xwe çûn me yê makîne paqij bikirana. Du silîndîrên makîneyê hene. Di hundirê wê de tîner û hêlim heye. Gava me dest bi paqijiya wê kir, ji ber bêhan tînerê zêde bû, dîtina min dît destekî min ketiye ber makîneyê. Paşê destê min ê din jî ket berê. Hevalên min gazî ambulansê kirin. Nexweşxane 5 deqeyan dûrî me bû, lê ambulans nîv saet şûnde hat. Li nexweşxaneyê hatim sekinandin. Paşê bijîşkek hat hebeke êşbir da min û rontgen û emar xwestin. Rewşa min qet nebaş bû, lê 2-3 saetan em dam sekinandin. Mudaxile nekirin". 
 
Karaaş, anî ziman ku rayedarên nexweşxaneyê jê re gotine, "Li nexweşxaneya me cih tuneye, heger derfetên we hebin biçin nexweşxaneyeke din" û got: "Heger derfetên min hebûna, çima dihatim nexweşxaneya dewletê? Ez li fabrîkayê bi meaşê kêm dixebitîm, meaşê digirim diyar e". Karakaş, diyar kir ku du saet şûn de rayedarekî fabrîkeyê hatiye nexweşxaneyê û jê re gotine, ew ê wî veguhêzînin nexweşxaneyeke din. Karakaş, an ziman ku ambulans xwestine lê belê nexweşxaneyê gotiye, ambulans tuneye û bi derfetên xwe ambulansek dîtine û çûne nexweşxaneyee din. Karakaş, destnîşan kir ku heta emeliyatê 6 saet derbas bûne. 
 
Bav Huseyîn Karakaş jî got: "Belkî destê wî jê j, bibûna. Heger jê bibûna me yê hesab ji kê bipirsiya?" Bav Karakaş, diyar kir ku ew ê giliyê nexweşxaneyê bikin û got: "Em neketine etra tazmînatê. Bira sibê tiştekî wiha neyê serê hin kesên din". 
 
NEXWEŞXANE Û FABRÎKAYÊ BERSIV DA 
 
Têkildarî mijarê em bi rayedarekî nexweşxaneyê re axivîn û got: "Dûrî aqilan e ku mirovekî hindik mabe destê wî jê bibe û mirov ambulansê nede. Tiştekî wiha ne mimkun e. Van tiştên dibêjim li cihekî nenivîsînin. Ez daxuyaniyeke fermî nadim. Lê wekî min got, li nexweşxaneya me tiştên wiha çê nabin". 
 
Rayedarekî fabrîkeyê jî got: "H-Em bêyî ewlehiya karî karkeran nadin şoxulandin. Ji xwe ev dijî mewzûatê de ye. Tiştekî wiha tuneye. Ev ne rast in". 
 
MA / Esra Solîn Dal