Ji bo pirsgirêkên karkerên çandiniyê komîsyonek ava kirin

img

EDENE - Şaredariya CHP'î ya Seyhana Edeneyê, ji bo çareserkirina pirsgirêkên çandiniyê Komîsyona Lêkolînkirin û Tespîtkirina Pirsgirêkên Çandiniyê ava kir. 

Şaredariya CHP'î ya Seyhana Edeneyê di meha Kanûna 2019'an de ji bo çareserkirina pirsgirêkên çandiniyê Komîsyona Lêkolînkirin û Tespîtkirina Pirsgirêkên Çandiniyê ava kir. Komîsyon ji 8 kesan pêk tê. Di nav komîsyonê de endamên CHP'ê û partiyên din hene. Endamên komîsyonê çûn serdana karkerên ku li navçeya Seyhan, Yuregîr û Karataşê di konan de dimînin û pirsgirêkên wan tespîtkirin. Her wıha komisyonö zexire ü kınc ji dan karkeran. Endama komisyonö Leyla Karakaş, behs aarmanc û xebatên komîsyonê kir. 
 
Karakaş, anî ziman ku piştî lehiya ku di meha Kanûna 2019'an de rabû komîsyon ava kirine. Karakaş, diyar kir ku di bin banê komîsyonê de komeke gerok a bijîşkan ava kirine û li konan karker muayene kirine. Karakaş, got: "Armanca sereke ya komîsyonê helkirina pirsgirêkên hêwirandinê yên karkerên çandiniyê ye. Em çûn me hevdîtin bi wan re çê kirin. Şert û mercên tê de qet nebaş in. Di konan de dimînin û konên wan bi çirûskekê jî dikarin bişewitin. Zarokak tenê jî dikare bi kîbrîtê konan bişewitîne. Me pêşniyar kir ku cihê wan bê guherandin. Wê hevdîtinên me yên ji bo vê bidomin. Ji bo vê em ê hevdîtinê bi walîtiyê û rêxistinên civaka sivîl re çê bikin". 
 
'ZAROK NIKARIN BIÇIN DIBISTANÊ' 
 
Karakaş, destnîşan kir ku ew dixwazin ji bo karkerên çandiniyê malên prefabrîk çê bikin û got, çimkî pirsgirêka sereke ya karkeran hêwirandin e. Karakaş, da zanîn ku karker nikarin ava paqij peyda bikin û ji ber vê zarok nexweş dikevin û nikarin biçin dibistanê. Karakaş, got: "Em ê van pirsgirêkan nîqaş bikin. Cihê em çûnê, nêzî hezra kon lê hebûn. Me erza û kincan bi xwe re birin û dan hin karkeran. Helbet armnca me ya sereke helkirina pirsgirêka hêwirandinê ye. Em û walîtiyê dikarin bi hev r ehel bikin. Ji bo helkirina van pirsgirêkan em ê tev bigerin". 
 
MA / Hamdûllah Kesen