Dadgehê qezenca neheq a Şaredariya Rihayê rawestand

img
RIHA - Duyemîn Daîreya Doza Îdarî ya Dadgeha Îdarî ya Herêmê ya Dîlokê, pêkanîna Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê ya zêdegirtina heqê rê ya ku kesên qertên wan ên bi aqil tune, rawestand. 
 
Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê, kesên ku qertê wan ê biaqil ê rêwitiyê tunebe, heqê rê zêde ji wan digire. Welatiyê bi navê Ferhat Dayik, ji bo betalkirina vê pêkanîna şaredariyê, serî li Duyemîn Daîreya Doza Îdarî ya Dadgeha Îdarî ya Herêmê ya Dîlokê da. Dadgehê serlêdana Dayik nirxand û biryara rawestandinê pêkanînê da. 
 
Vê pêkanîna şardariyê, ji sala 2017'an ve berdewam dikir. Kesên ku qertê wan ê biaqil hebû ji bo careke heqê rê 1.75 TL dihat birîn, ji bo yên ku qertê wan ê biaqil tunebû jî ji 2 caran 5 TL dihat birîn.