Li dijî projeya Kanal Îstanbul 11 kilometre meşiyağn

img
STENBOL - Parazvanên mafê jiyanê û endamên Koordînasyona Ya Kanal Ya Îstanbul, li dijî Projeya Kanal İstanbul bi hişyariya "Di nava 2 deryayan de jiyan heye" 11 kilometreyan meşiyan û bal kişandin ser encamê û talankirina ekolojiyê. 
 
Parazvanên mafê jiyanê û endamên Koordînasyona Ya Kanal Ya Îstanbul, bi boneya Projeya Kanal İstanbul betal bibe, bi hişyariya "Di nava 2 deryayan de jiyan heye" 11 kilometreyan meşiyan. Parazvanên jiyanê ji Gundê Sazlibosna yê Arnavutkoyê heta GunDê Şamlarê 11 kîlometre meşiyan û bal kişantin ser talûkeya projeya kanalê. Gelek kes bi maşiyên cuda hatin û tev li meşê bûn. Koma li Qada Sazlibosnayê kom bûn, li vir forum li dar xistin. Endama Koordinasyonê Seda Elhan, anî ziman ku jibo qadên jiyanê hem dê li heremê û hem jî li tevahî dê xwe bi rêxistin bikin û têbikoşin û wiha got: "Em dibêjin Stenbol. Em jiyanê hildibijêrin. Dema ev proje têkeve meriyetê gelek zindiyên li xwezayê dê tune bibin. Em dê ji bo jiyanê û ji bo Stenbolê meşa xwe berdewam bikin."