Ne esnaf ne jî mişterî nerazî ne

img

WAN - Welatiyên tên bazara Taxa Xaçortê ya navçeya Rêya Armûşê, gelek jê destvala vedigerin malê û piraniya esnafan jî bêyî serfetihê bikin dezgehên xwe digirin. 

Ji ber krîza aborî êdî kes nikare biçe bazarên taxan jî. Welatiyên diçin bazara Taxa Xaçort a navçeya Rêya Armûşê ya Wanê, gelek jê destcala vedigerin malê û piraniya esnafan jî bêyî ku serfetihê bikin dezgehên xwe digirin. 
 
Welatî Selîm Aslan, destnîşan kir ku sedema krîza aborî hikûmeta AKP'ê ye û got, hikûmet ji dêvla ku çareyekê bibîne radibe krîzê înkar dike. Naciye Abî jî anî ziman ku li malê tiştek jî nemaye û got, ji ber vê nexweş dikevin. 
 
TENÊ QEVDEK BEXDENÛZ KIRΠ
 
Ayşe Dogan ku bi saetan li nav bazarê geriya, tenê karibû qevdek bexdenûz bikire. Dogan, got: "Mirov birçî ne. Ji ber bêperetiyê em rezîl bûne. Krîz, ji be rşer çê dibe". 
 
Esnaf Nûsret Akay jî anî ziman ku pere bi kesî re nemaye ku alvêrê bike û got: "Kîloya firingiyan 5, porteqalan 2.5 e. Ji sibehê heta êvarî herî zêde 40 TL bi dest min dikeve. Ez ê bi vî perî çawa debara malbateke 7 kulfetî bikim, ne mimkin e". 
 
‘HER KES SEDEMA KRÎZÊ DIZANE' 
 
Esnaf Saît Akdogan, got: "Her kes sedema krîzê dizane, lê nayne ziman. Krîz ji ber kesên vî welatî bi rê ve dibin çê bûye. Beriya her tiştî divê şer bi dawî bibe. Heger şer bi dawî bibin û deriyên sînor bên vekirin wê mirov karibin debara xwe bikin". 
 
TENÊ 2 KÎLO MANDELÎNA FIROTIYE 
 
Esnaf Omer Çetîn jî anî ziman ku ji sibehê heta êvarî tenê 2 kîlo mendelîna firotiye û got: "Li vira ne fabrîkeyeke heye ne jî pîşesaziyek. Ciwanên me tev betal in. Em perîşan bûne. Li bazarê mêze bikin, kes jî tuneye. Ên tên jî destvala vedigerin malê". 
 
Naciye Kaya ku destvala vegeriya malê got: "Zarokên me berê li ser înşeatan dixebitîn. Niha ew jî bi dets wan nakeve. Mêr tev ji sibehê heta êvarî li malê ne. Ez jî ji sibehê heta êvarî dikevim etra şîvê. Li malê ne goşt, ne zexîre ne jî sebze heye. Hingî em li be rdikevin tansiyon û şekir bi me re çê bûye. Êdî bes e". 
 
Esnaf Selîm Aslan, bibîr xist ku hikûmet krîzê înkar dike û got: "Helbet li meclîsê krîz tuneye. Çim kî hikûmet radibe dibêje betalî û krîza aborî tuneye. Lê hela bira bê Wan, AMed, Êlihê û li kolanan bigere. Wê çaxê wê krîz û betaliyê bibîne". 
 
MA / Dîndar Karataş