Budçe têra qeyûm nekiriye: Her ku dahat zêde bûye deyn jî zêde bûne

img

AMED - Dîwana Mûhasebatê, nelirêtiyên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê tespît kirin. Di raporê de tê diyarkirin ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di sala 2018'an di dema qeyûm Cûmalî Atîlla de, 112 milyon û 41 hezar û 600 TL ketiye bin deyn. 

Mufetîşên Dîwana Mûhasebatm, derbarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de raporek darayî amade kirin. Di raporê de nelirêtiyên di sala 2018'an de hatine kirin di bin 10 sernavan de hatine tespîtkirin.  Di raporê de tê diyarkirin ku hejmara personelên şaredariyê 960 bûne lê belê li gor par ji sedî 7 zêde bûne û ji sala 2016'an heta sala 2018'an de lêçûnên budçeya şaredariyê ji sedî 69,89 zêde bûye, ji 515 milyon û 844 hzar û 585 TL'yî bûye 876 milyon û 385 hezar û 378 TL. 
 
QURÎŞEK DEYN JÎ NEHATIYE DAYÎN
 
Li gor raporê, di sala 2018'an de lêçûnên şaredariyê 360 milyon û 540 hezar û 793 TL zêde bûne. Dîsa li gor raporê, di sala 2016'an de 4 milyon û 300 hezar TL deyn hatiye dayîn, di sala 2017'an de jî 5 milyon deyn hatiye dayîn, lê di sala 2018'an de ligel ku dahata şaredariyê zêde bûye jî lê belê qurîşek deyn jî nehatiye dayîn. 
 
BI BUDÇEYEK MEZIN DEWR GIRT LÊ BI DEYNAN DEWR KIR 
 
Lêçûnên şaredariyê ji sedî 69, 89 TL zêde bûn, lê belê di heman demê de dahata wê jî zêde bû. Di sala 2016'an de di dema Gultan Kişanak û Firat Anli dahata şaredariyê 541 milyon û 961 hezar û 823 TL bû û 26 milyon û 117 hezar TL jî pere zêe mabû. Lê belê li gor raporê di dema Atîlla de dahata şaredariyê ji 541 milyon û 961 hezar û 764 TL'yî bûye 764 milyon û 343 hezar û 778 TL zêde bûye. Lê dîsa jî şaredarî 112 milyon û 41 hezar û 600 TL di bin deynan de maye. 
 
HIKÛMETÊ DESTEK DA QEYÛM 
 
Di raporê de tişta balê dikişîne jî dahat qelem bi qelem hatine diyarkirin. Beriya qeyûm dahatên alîkariyê û bexş 137 hezar û 266 TL bû, lê di dema qeyûm de ev rêje ji sedî 796 zêde bûye û bûye milyon û 193 hezar û 804 TL. Di raporê de tê diyarkirin ku hesabên hatine kirin ne hesaibe ewle ne û dahat û lêçûn li ser hesabên nerast hatine qeydkirin. 
 
15 MILYON Û 517 HEZAR Û 838 TL LI KU YE? 
 
Di raporê de tê diyarkirin ku di sala 2018'an de 15 milyon û 517 hezar û 838 TL nehatiye qeydkirin. Di raporê de tê diyarkirin ku mal û milkên ku şaredariyê tehsîs kirine û mal û milkên ku hin saziyan tahssî şaredariyê kirine nehatine qeydkirin û 12 milyon û 410 hezar TL heqê 24 mal û milkên şaredariyê yên ku tahsîs kirine û hatine tahsîskirin lê belê ji vana 18 jê nehatine qeydkirin. 
 
MEAŞÊ 2018'AN ÊN KARMENDAN LI SER HESABÊ 2017'AN HATIYE QEYDKIRIN 
 
Di raporê de tê diyarkirin ku di sala 2018'an de meaşê 14 rojan ên karmendan ku milyon û 449 hezar û 598 TL ye li ser hesabê sala 2017'an hatiye nivîsandin. Her wiha di raporê de hatiye destnîşankirin ku 2 milyon û 750 hezar TL tazmînata qidemê li ser hesabekî wekî deyn û li ser hesabekî jî wekî metlûb hatiye qeydkirin. 
 
HEQÊ KIRÊYAN LI SER HESABÊ SALEKE DIN HATINE NIVÎSANDIN 
 
Di raporê de tê gotin ku şaredariyê milyon û 593 hezar TL pere heqê kirêyan pêşin girtiye, lê belê li ser hesabê sala bê hatiye nivîsandin. Di raporê de tê destnîşankirin ku 2 milyon û 100 hezar û 349 TL heqê heyberên mîhadê wan î bikaranînê qediyaye ketiye hesabê şaredariyê û hatiye gotin ku ev rewş ji ber bernameya otomasyonê çê bûye û wê di nav hesabên sala 2019'an de bê sererastkirin.  Dı raporê de hatiya diyarkirin ku diviya şaredarî heta dawiya sala 2018'an bi giştî 5 milyon û 376 hezar û 504 TL pereyê têxista hesabê şîrketa ku hîseya şaredariyê ji sedî 96 e, lê belê 5 milyon û 450 hezar TL hatiye barkirin û divê 73 hezar û 496 TL ji şîrketê bê xwestin.