Pîşesazan biryara ji kar dûrxistinê girt

img
STENBOL - Sendîkaya Pîşesazên Metalê ya Tirkiyeyê, li ser biryar girtina grevê ya 130 hezar karkerên metalê, biryara ji kar dûrxistinê girt û ji borsayê re ragihand. 
 
Karkerên metalê yên birxistinkirî ku hejmara bi qasî 130 hezarî ye, ji ber paşguhkirina daxwazên wan ên di Peymana Komkar de, roja yekşemê li Bûrsa û Gebzeyê mitîng li dar xistibûn û ragihandibûn ku heke daxwazên wan neyên qebûlkirin dê di 5'ê Sibatê de biçin grevê. Li ser vê yekê Sendîkaya Pîşesazên Metalê ya Tirkiyeyê (MESS) pêşniyara xwe ya zemê ji sedî 8'î derxistibû ji sedî 10'an. Karker jî daxwaz dikin ku mûçeyê wan ji sedî 26 bê zemkirin. 
 
Şîrketên pîşesaziyê îro serê sibehê li ser hev serî li Platforma Ronîkirina Cemaweriyê (KAP) dan. Turk Traktor, TOFAŞ, Borûsan Mannesman, Aygaz, Ford Otomotîv û Otokar jî di nav de şîrketên pîşesaziyê, biryara ji kar dûrxistinê girtin. Şîrketan ji KAP'ê re ragihandin ku dê di rojên pêş de dîroka ji kar dûrxistinê aşkera bikin.
 
JI KAR DÛRXISTIN ÇÎ YE? 
 
Ji kar dûrxistin ne ji derketina ji kar e. Karsaz bi vê rêbazê hemû karkeran bi awayekî komî ji kar dûr dixin. Dema pêvajoya ji kar dûrxistinê peymanên kar ên karkeran di asqiyê de dimîne.