Baroya Amedê zema avê ya qeyûm bir dadgehê

img
AMED - Baroya Amedê, ji bo betalkirina zema avê ya qeyûmê Amedê ya ji sedî 330'yî doz vekir.
 
Miduriyeta Giştî ya Îdareya Qenalîzasyon û Avê (DÎSKÎ) ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin, ji 1'ê Çileyê şûn ve li Amedê di navbera ji sedî 35 û 330'yî de avê zem kiribû. Komîsyona Hiqûqê ya Bajar û Hawirdorê ya Baroya Amedê, ji bo betalkirina zemê avê ya ji sedî 330'yî ya qeyûm doz vekir. Li ser navê komîsyonê Parêzer Şahîh Koyûn, ji bo vekirina dozê daxwazname pêşkêşî Yekemîn Dadgeha Îdareyê ya Amedê.  Komîsyonê di daxwaznameya xwe de destnîşan kir ku zema avê li dijî hiqûq, tenduristî, mafê jiyanê û prensîba dewleta hîqûqa civakî ye û daxwaza rawestandina birêveberinê kir.