Qeyûm cedwela zemkirina avê ji malpera şaredariyê rakir

img

MÊRDÎN – Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê fiyetê avê ji 2 TL'yan kiribû 6.25 TL. Piştî bertekan qeyûm cedwela zemkirina avê ji malpera şaredariyê rakir. Berdevkê Koma Meclîsê ya HDP'ê Mehmet Alî Amak, got: "Nelirêtî kirin. Li ser sûc hatin zevtkirin". 

Di 19'ê Tebaxa 2019'an de qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hatibû kirin. Qeyûm Walî Mûstafa Yaman, fiyetê avê buha kiribû û ji 2 TL'yan kiribû 6.25 TL. Piştî bertekan qeyûm cedwela zemkirina avê ji malpera înternetê ya şaredariyê rakir. 
 
Berê di beşa danezanê ya malpera MARSÛ'yê de di bin navê "Tarîfeya Heqê Avê ya 2020'an"de cedwela zemkirina avê jî hebû. Lê belê niha ev "pêvek" hatiye rakirin. 
 
Têkildarî mijarê me telefonî MARSÛ'yê kir. Lê belê operatorê MARSÛ'ê tu agahî nedan û got, ew bi vê mijarê re eleqedar nabin û berê me dan Karên Aboneyan. Karên Aboneyan jî got hayê wan jê tuneye û wan jî berê me da kesê jê re dibêjin "midûr". Kesê bersiv da telefona me jî pêşî got ne midûr e, şef e paşê got ew karmend e û got: "Tarîfeya avê ya sala 2020'an, ya niha di malperê de ye. Em nizanin wê di meha Gulanê de biryar bên gitin an na. Tarîfeya me ya niha ya 4.75 e û di malperê de ye. Lê wê di meha Gulanê de bê zemkirin neyê zemkirin nizanim. Gava desteya giştî pêk bê wê ew jî diyar bibe." Her wiha me jê pirsî ku ji bo çi cedwela zemkirina avê ji malperê hatiye rakirin, lê belê got: "Haya min jê tuneye. Loma nikarim tiştekî bêjim. Ji serokê daîreyê bipirsin". 
 
'LI SER SÛC HATIN ZEVTKIRIN'
 
Berdevkê Koma Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Mehmet Alî Amakê HDP'î ku ji roja qeyûm tayînî şaredariyê hatiye kirin nikare biçe şaredariyê, ji bo biryara MARSÛ'yê got, "nelirêtî" ye. Amak, anî ziman ku Desteya Giştî ya MARSÛ'yê salê du caran pêk tê û got, ew jî di meha Gulanê û meha Mijdarê de. Amak, da zanîn ku piştî hilbijartina 31'ê Adarê civîna ewil a MARSÛ'yê kirine û tevî endamên AKP'î pêşniyaza zemkirinê red kirine. 
 
Amak, destnîşan kir ku lê belê piştî qeyûm hatiye tayînkirin Desteya Giştî di meha Cotmehê de civînek çê kiriye û got: "A rast fiyetê avê ku dê ji meha Gulanê pê ve derbasdar be, diviya di meha Gulanê de bihata diyarkirin. Lê belê wekî her tiştî di vê de jî nelirêtî kirine û rabûne rêjeya zemê ya meha Mijdara 2019'an diyar kirine. Gava dîtin ev yek li nav raya giştî belav bû, tirsiyan û wekî biryareke wiha nehatibe girtin ji malperê rakirin. Pir aşkere ye ku tiştekî bêusûl e. Niha jî rakirine. Lê carekê li ser sûc hatine zevtkirin. Ji malperê rakiribin jî ev tişt di dest me de hene. Em ê di warê qanûnî de serlêdanên xwe pêk bînin". 
 
MA / Ahmet Kanbal