Piştî ava lehiyê ziwa bû zirara wan jî xuya bû

img

MÊRSÎN - Li Mêrsînê piştî ava lehiyê ziwa bû, zirara cotkaran jî xuya bû. Serokê Hilberînerên Ortualtiyê yên Akdenîzê Tansel Îzgî, xwest herêma wan wekî herêma afetê bê îlankirin û deynên cotkaran bên xerakirin. 

Hefteya borî li Mêrsînê lehî rabûbû. Di lehiyê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dabû û gelek kargeh, mal û sera jî di bin ava lehiyê de mabûn. Piştî ava lehiyê ziwa bû zirara cotkarên li Kazanliyê jî xuya bû. Serokê Hilberînerên Ortualtiyê yên Akdenîzê Tansel Îzgî, diyar kir ku zirareke mezin kirine û xwestin alîkariya wan bê kirin. 
 
ZIRAREKE MEZIN 
 
Tansel Îzgî, anî ziman ku li herêmê hema bêje cotkar hemû ji sedî 70 xisirîne û got, ji bo karibin karê xwe bikin divê alîkariya wan bê kirin. Îzgî, got: "Divê ev herêm wekî herêma afetê bihatana îlankirin. Çimkî zirareke mezin çê bûye. Cotkar û gundî pir xisirîne. Di van şert û mercan de tu ber şîn nayên. Wê fêkî negirin. Divê em ji nû ve deynin. Ji xwe gava av hebe kes zirara çê bûye nabîne, lê gava av bê kişandin wê bê dîtin. Ji bo ev sera ji nû ev bên çêkirin pêdivî bi lêçûnek mezin heye. Heke em şitla deynin wê maliyet zêde be". 
 
‘BILA DEYN BÊN XERAKIRIN' 
 
Îzgî, bibîr xist ku par jî ji ber lehiyê xisareke mezin çê bûye û dîsa xisara wan nehatiye dayîn û got, îsal jî zirar kirine. Îzgî, got: "Hefteya borî Wezîrê Çandiniyê hat herêmê. Çû cem keyayên herêmê. Ji me re gotin wê zirara bê dayîn. Lê bawer nakim. Divê deynên cotkaran bê xerakirin. Par di bin navê destekê de perekî hindik dan me. Yanî tenê ji sedî 5'ê zirara me dabûn. Lê îsal tiştek tuneye. Lê heger deynê me 5-10 salan taloq bikin wê baş be". 
 
Emîne Yeşîltepe ku serevaniyê dike jî anî ziman ku par jî û îsal jî zirar kirine û got: "Ava lehiyê ziwa bû, şitlên me zer bbûn. Kokên wan hêşîn bûn. Êdî ber nagirin. Deynê min nêzî 70 hezar TL ye. Bila aliyê me bikin. Êdî nanekî jî bi dest ma nakeve". 
 
Cotkar Yûnûs Amîklî jî destnîşan kir ku zirareke mezin çê bûye û got: "Par ji sedî 50 xisirîm. Gava av bi temamî ziwa bibe wê ji 10 hezar şitlan herî kêm ji sedî 30 jê bimirin. Her sal heman tişt tê serê me. Par jî destek nedan me. Xisara min a îsal 100 hezar TL bû. Em dixwazin zirara me bê dayîn". 
 
MA / Ergîn Çaglar