Her meh bi qasî nîviyê meaşê digire deyndar e!

img

WAN - Li Rêya Armûşê, kesekî ku li firinê dixebite, mehê 300 lîreyî heqê kirê dide, hezar lîreyî ji bo metbaxê xerc dike, 200 lîreyî heqê ceryanê dide, 130 lîreyî heqê tûp dide, 230 lîreyî heqê benzînê dide û ji bo 5 zarokên xwe yên diçin dibistanê jî hezar û 500 lîreyî xerc dike. Dûman, ji bo debara malbata xwe ya ku 9 kulfet in bike her meh 956 lîreyan deyndarê firinê ye. 

 
Li Taxa Xaçort a navçeya Îpekyolû ya Wanê Sadik Dûman ê 43 salî, li firinekê bi meaşê kêm dixebite û hewl dide bi vî meaşî debara malbata xwe ya 9 kulfetî bike. Dûman, her meh 300 lîreyî heqê kirê dide, herî kêm hezar lîreyî ji bo metbaxê xerc dike, 200 lîreyî heqê ceryanê, 130 lîreyî heqê tûp, 230 lîreyî heqê mama û potikên zarokan dide û hezar û 500 lîreyî jî ji bo mesrefên dibistanê ên 5 zarokên xwe xerc dike. Li gor vê mehê lêçûnên Dûman 3 hezar û 360 TL ye û her meh 956 lîreyan deyndarê firinê ye. 
 
26 SAL IN DI KIRÊ DE YE 
 
Dûman ku di sala 1994'an de ji gundê Marûnîs ê Colemêrgê hatiye Wanê, bi salan li ser înşeatan xebitiye û şivantî kiriye. Dûman, anî ziman ku pere ji xelkê deyn kiriye û got: "26 sal in zewicandîme lê hîn jî xaniyekî min tuneye. Li îneşatan xebitîm, min şivantî kir lê dîsa jî nebû. Min ji derdorê deyn dikir û pê zarokên xwe dibir nexweşxaneyê. Piştî erdheja Wanê min li firinekê dest bi kar kir". 
 
Dûman, diyar kir ku salê carekê diçin nexweşxaneyê û ji bo vê jî 4 hezar TL'yî didin û got: "6 zarokên min hene. Ji vana 5 jê diçin dibistanê. Zarokek min diçe dersxaneyê. Ên din jî diçin dibistana seretayî. Bi meaşê kêm debara xwe dikim. Heger ev debar be, debara xwe dikim". 
 
Dûman ku mesrefên mala xwe yeko yeko hesab kirin û got: "Rojê 20 TL'yî didim zarokê xwe yê diçe dersxaneyê. Rojê herkê 5 lîreyan didim her çarên din. Ev mehê dikin hezar û 500 lîre. Ez jî mehê 2 hezar û 400 lîreyî digirim. Lê lêçûnên min ên mehane 3 hezar û 360 lîre ye. Her meh deyndarê firinê me. Mehê 300 lîreyî heqê kirê, 200 lîreyî heqê ceryanê didim, hezar lîreyî ji bo metbaxê xerc dikim, hezar û 500 lîre mesrefê zaroka ye. 130 lîre heqê tûp, 150 lîre heqê şîr, 80 lîre jî heqê potikên neviyê min e. Meha borî fatûreya ceryanê 340 TL bû. Ka ez ê bi vî meaşî çawa debara xwe bikim? Em nikarin komir û êzingan jî bikirin". 
 
MA / Yûnûs Dûman