'Qezenc tune, lêçûn pir in'

img

MÊRDÎN - Welatiyên ku ji ber krîza aborî êdî nikarin ji bin fatûreyan derkevin, gazin kirin û gotin: "Qezenc tune, lêçûn pir in". 

Ji ber polîtîkayên hikûmetê krîza aborî ew qasî kûr bûye ku qezenca welatiyan têrî lazmatiyên wan nake. Mêrdîniyan bal kişand ser fatûreyên nepixandî û gotin, êdî nikarin ji bin heqê fatûreyan derkevin. Esnaf û welatiyan destnîşan kir ku piraniya qezenca wan ji bo fatûreyên ceryan, gaza xwezayî avê diçe û gotin, şerên li herêmê krîz kûrtir kirine. 
 
Kazançlarının büyük bir bölümünün cep yakan elektrik, doğalgaz ve su faturalarına gittiğini aktaran esnaf ve yurttaşlar, bölgedeki savaşların ekonomik krizi çok daha derinleştirdiği görüşünde. 
 
Sabrî Başçi ku beşa aboriyê xwendiye lê belê ji xwe re dikana pirtûkfiroşiyê vekiriye, anî ziman ku ji ber krîzê mirov ji hin lazmatiyên xwe ferexetê dikin û got: "Yek ji tiştên jê ferexete dikin jî pirtûk in. Êdî mirov pirtûkan nakirin. Ji dêvla pirtûkan xwarinê dikirin, heqê fatûreyên ceryan û avê didin". Başçi, destnîşan kir ku welat bûye pêgirtiyê derve û ev yek krîza aborî kûrtir dike. Başçi, ji bo aboriya Tirkiyeyê got, "aboriya şer" ye û ev tişt gotin: "Em tim û tim bi aboriyeke şer re rû bir û ne. Berê li Sûriyeyê operasyonek kirin. Niha jî wê eskera bişînin Lîbyayê. Ji ber vê rewşa aboriyê xirabtir dibe". 
 
Başçi, anî ziman ku betalî zêde bûye û got: "Gava dewlet ditengije radibe şîrketên di dest xwe de difiroşe sermayeya xusûsî. Ji ber vê jî pirsgirêka îstihdamê rû dide. Ev tesîreke mezin li mirovan dikin. Niha rewş bûye ku mirov întihar dikin". 
 
'HER TIŞT BUHA BÛYE' 
 
Esnaf Ahmet Sirdaş, destnîşan kir ku ji ber zemên tên kirin dibêjin her sal xwezî bi par. Sirdaş, got: "Amûrên me par bi 100 TL dikirî, niha bûne 300 TL. Her tişt buha bûye". 
 
Her wiha Sirdaş bal kişand ser meaşê kêm jî û got: "Ev qas hindik e jî lê dîsa jî bi dest kesî nakeve. Çimkî kar tuneye. Ji ber rewşa kar xirab e kardêr nikarin vî meaşî jî bidin. Betalî zêde bûye". 
 
‘QEZENC TUNE, LÊÇÛN PIR IN' 
 
Zekî Ornek jî anî ziman ku şert û mercên niha jiyanê felc kirine û got: Her tişt buha bûye. 100 TL'yê niha bûye 10 TL'yê du sal berê. Qezenc tune, lê lêçûn pir in. Mirov birçî ne. Em û malbata xwe êdî nikarin herin geştê jî. Ez û zarokên xwe tev de dixebitin, lê dîsa jî nikarin debara xwe bikin".