Li Çîneyê ji bo kes pê nehese, patron ser nexweşîna sîlîkozîsê dinixumînin!

img

AYDIN - Li Çîneyê, şîrketên madenê ser nexweşîna sîlîkozîsê digirin. Ûgûr Aydogdû ku bi hinceta krîza aborî ji kar hat derxistin, gava ji bo karekî nû serlêdanê pêk tîne pê dihese ku bi nexweşîna sîlîkozîsê ketiye. Her wiha Bûrhan Ozdemîr jî anî ziman ku heta niha 50 karker mirine û bêyî ku zanibin ji ber nexweşîna pîşeyî mirine wan defin kirine. 

Li navçeya Çîne ya Aydinê, şîrketên madenê hem ji bo ewlehî û tenduristiya karkeran tevdîran nagirin, hem jî rewşa girtiyên nexweş ên nexweşîna sîlîkozîsê li wan peyda bûye vedişêrin. Karkerên bi hinceta krîzê an jî hincetên cur bi cur ji kar tên derxistin jî gava ji bo karekî nû serlêdanê pêk tînin pê dihesin ku nexweş in. Her wiha karkerên ku niha dixebitin jî ji bo karê wan ji dest neçe ji mecbûrî xwe li bêdengiyê datînin. 
 
'RAPOR PÊŞÎ DIÇÛN BER DESTÊ PATRON' 
 
Şenol Gîrgîn ku zêdetirî 10 salan di madenan de xebitiye û ji ber vê nexweşîna sîlîkozîsê lê peyda bûye, got: "Di sala 2016'an de li Egîtîm Madencîlîkê min dest bi kar kir. Du salê min qediya bûn, rojekê min dît bijîşkê cihê kar gazî min kir. Li cem bijîşk kesekî ji beşa ewlehiya kar jî hebû. Bijîşk ji min re got, 'Ez nahêlm tu di nav vê toz û dumanê de bixebitî. Em ê te ji kar derxin'. Ê min jî deynên min hebûn, loma li ber vê biryarê rabûm lê min derxistin". Gîrgîn, da zanîn ku kesên li madenan dixebitin 6 mehan carekê ji bo tenduristiyê tên kontrolkirin û got: "6 mehan carekê kontrol dikin. Piştî kontrolê raporên me diçin ber destê patron. Her ku ev çê dibû em jî ditirsiyan û me meraq dikir ku gelo îjar vê carê wê kî ji kar bê derxistin". 
 
Gîrgîn, anî ziman ku berê jî hin kes dihatin derxistin û got: "Niha kesên li wê madenê dixebitin, ji tirsa ku dê ji kar bên derxistin nêzî min nabin. Lê belê hin ji wan jî nexweş in. Ê wan jî gava nexweşîna wan beloqî bibe wê wan jî derxin. Hay ji vê hene lê ji tirsa ku dê betal bimînin deng ji xwe naynin". 
 
‘SER NEXWEŞÎNA MIN GIRTIN' 
 
Ûgûr Aydogdû ku 25 salan di madenê de xebitî, destnîşan kir ku patronê wî nexweşîna wî jê veşartiye û bi hinceta krîza aborî ew ji kar derxistiye. Aydogdû, got: "Ji me re negotin hûn nexweş in û negotin em we ji ber vê ji kar derdixin. Gava ji bo karekî nû min rapora tenduristiyê derxist, pê hesiyam ku nexweş im. Li madena berê ne patron ne jî bijîşk qet ji min re negotibûn tu nexweşî. Çûm Nexweşxaneya Zanîngeha Aydinê û li wir pê hesiyam ku bi nexweşîna sîlîkozîsê ketime. Ji wir ez sewqî Nexweşxaneya Nexweşînên Pîşeyî ya Enqereyê kirim. 15 rojan li wir mam".
 
Aydogdû, destnîşan kir ku piştî pê hesiyaye nexweş e, derûniya wî û malbata wî tev de xirab bûye. 
 
‘JI TIRSA XEBER NADIN' 
 
Aydogdû, destîşan kir ku gava li madenê dixebitî maskeyên fiyetê wan bi 3 TL'yan didan wan û 15 rojan carekê dihatin guherandin. Aydogdû, got: "Piştî em hay ji nexweşîna xwe çê bûn û em ji kar hatin derxistin, me bi hevalên xwe yên dixebitin re xeber da. Ji bo rêbazeke parastinê ya baş bê dîtin me xeber da, lê newêrin ji patron re bêjin. Hevalên me ditirsin ku ji kar bên derxistin". 
 
Aydogdû, anî ziman ku ji ber nexweş e kes karekî jî nadê û got: "Hevjîna min dixebite. Me ji bo tedawiyê kredî kişandibû, lê em nikarin bidin. Xaniyê me ê kirê ye, deynên dikandaran li me ye. Em nikarin heqê ceryan û avê bidin, û ji ber vê qutkirin. Tazmînata me nedan me û em ji kar derxistin. Me doz li wan kir lê hîn tiştek kifş nebûye. Em li benda mirina xwe ne. Bila dewlet çareyekê bibîne. An bira me teqawid bike an jî karekî bide me". 
 
‘ME NIZANIBÛ JI BER ÇI MIRINE' 
 
Nûnerê Sendîkaya Genel Maden Îşê yê Çîneyê Bûrhan Ozdemîr jî, anî ziman ku 5 sal berê ji ber xebatên sendîkayê ji kar hatiye derxistin. Ozdemîr, derpêş kir ku berê 50 karker ji ber pençeşêrê mirine û got: "Me nizanibû ev kes ji ber nexweşînên pîşeyî mirine. Bêyî em sedema mirina wan zanibin me ew defin dikirin. Piştî lêkolîna sendîkayê û bijîşkan em pê hesiyan ku hevalên me ji ber nexweşîna pîşeyî, ji ber sîlîkozîstenê mirine". 
 
‘HEM XWEZAYÊ HEM JÎ KARKERAN DIKUJE' 
 
Berdevkê Platforma Jiyanê ya Çîneyê Ahmet Ûslû, diyar kir ku elemanên patronên madenan avêtine ser Komeleya Jiyanê ya Çîneyê û du hevalên wan birîndar kirine. Ûslû, anî ziman ku ji ber vê wan komeleya xwe girtiye, lê belê dev ji têkoşînê bernedane û got: "Li Çîneyê, maden daristanan, rezervên avê, kaniyên ava paqij, xwezayê tune dikin. Dibin sedema nexweşîna sîlîkozîsê. Em Platforma Jiyanê ya Çîneyê li cem karkera ne û li dijî vê têdikoşin". 
 
Ûslû, derpêş kir ku ji ber ku patronên madenan naxwazin şert û mercên xebatê yên ne mirovane di çapemeniyê de derkevin bi hev re zorê didin wan û got, hejmara karkerên nexweş zêde dibe. Ûslû, destnîşan kir ku karker ji tirsa ku dê ji kar bên derxistin deng ji xwe naynin û got, hin kesên ji kar hatine derxistin jî nexweşîna werêmê li wan peyda bûye. 
 
Ûslû, bang li raya giştî kir ku li hemberî vê yekê bertek nîşan bidin. 
 
MA / Sevda Aydin