Karkerên SF Tradeyê: Heta em vegerin ser karê xwe em ê têbikoşin

img

ÎZMÎR - Karkerên ku ji ber endamên Sendîkaya Derîteksê bûn ji SF Tradeyê ji kar hatin derxistin, gotin heta vegerin ser karê xwe wê têbikoşin. 

Li navçeya Gazîemîr a Îzmîrê, 4 karkerên ku ji ber endamên Sendîkaya Derîteksê bûn ji SF Tradeyê ji kar hatin derxistin, ji meha Cotmehê ve ji bo vegerin ser karê xwe têdikoşin. 
 
Karker Nûrcan Koksal, anî ziman ku ji sala 2008'an ve li SF Tradeyê dest bi kar kiriye û ji ber endama sendîkayê bûye tehde lê hatiye kirin. Koksal, got: "Min birin odeyekê û ji min re gotin, gere tu endamtiya xwe ya sendîkayê betal bikî. Di 20'ê Kanûnê de dîsa ez birim oddeyekê û ji min re gotin, te aştiya karî bin pê kiriye û ez ji kar derxistim. Ez li ber wan rabûm. Çimkî di belgeyê de hatiye nîşankirin ku wekî min îstifa kiribe". 
 
Koksal ku ji Cotmeha 2008'an ve endama sendîkayê ye, diyar kir ku di sala 2008'an de dest bi kar kiriye û heta nebûbû endama sendîkayê ew û rêvebirin sendîkayê qet nehatine cem hevdu. Koksal, got: "Lê gava bûm endama sendîkayê, tim ez dibirim odeyekê. Heta ji bo hevgirtîbûnê teklîf didan ber min. Ji bo ez karkerên din qaneh bikim ku dev ji senîkayê berdin". Koksal, destnîşan kir ku lê ji ber teklîfa rêvebiran qebûl nekiriye ji kar hatiye derxistin. 
 
MOBBÎNG Û ŞERT Û MERCÊN DIJWAR
 
Koksal, destnîşan kir ku li fabrîkayê mobbîngeke dijwar heye û got: "Em endamên sendîkayê, me dixwest em karê xwe bikin. Lê tim û tim em biçûk dixistin. Her wiha saetên xebatê zêde bûn û car hebû mesaî heta sibehê dewam dikir. Ji bo mafên xwe yên aborî û civakî, em bûn endamên sendîkayê. Lê belê kardêr ne hevdîtin bi me re çê kir ne jî bi sendîkayê re". 
 
Karker Pinar Toy jî anî ziman ku meaşê wan meaşê kêm bûye û got: "Ma mimkun e ku mirov bi vî meaşî debara xwe bike? Ez ezeb im nikarim debara xwe bikim, îjar ê zewicandî wê çawa bikin. Divê meaşê her kesî wekhev be." 
 
Toy, ji bo çalakiya ku dikin jî got: "Karker destekeke baş didin me. Tên cem me. Mirov jî bi qorneyan, bi çepikan, bi nîşaneya serketinê û silavdayînê destekê didin me". 
 
‘EM WEKÎ KOLEYAN HATIN XEBITANDIN' 
 
Ayşe Erîm ku 11 salan xebitî, anî ziman ku ji ber endama sendîkayê bûye ji kar hatiye derxistin. Erîm, diyar kir ku bi hinceta zirareke madî daye kargehê ji kar hatiye derxistin û got: "Halbûkî min prîma performansê digirt. Bi salan li vira xebitîm, wekî koleyan em dan xebitandin, lê belê bi ser de neheqî li me kirin û em ji kar derxistin". 
 
Erîm, diyar kir ku li fabrîkayê serekê tîmê tahde li wan dikir û got: "Tim tehde li me dikir, em biçûk dixistin. Em dixwazin li kargehê sendîka hebe, şert û mercên kar baş bibin û mobbîngên kêfî yên rêvebiran bi dawî bibin". 
 
MA / Sevda Aydin