Nerazîbûna mêrdîniyan a ji bo buhabûna fiyeta avê: Ma me şaredarî xistiye bin deyna?

img

MÊRDÎN – Qeyûmê Mêrdînê, fiyetê avê buha kiribû û ji 2 TL'yan kiribû 6.25 TL. Mêrdîniyan bertek nîşan da û ji bo qeyûmên ku şaredarî heta qirikê di nav deynan de hiştiye gotin: "Ma me deyn kiriye?" 

Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Walî Mûstafa Yaman, fiyetê avê buha kiribû û ji 2 TL'yan kiribû 6.25 TL. Mêrdîniyan bertek nîşan da. 
 
‘MA ME DEYN KIRIYE' 
 
Nezîr Atlikaya got: "Ez kesekî teqawidbûyî me. Meaşê me ji sedî 6 buha kirin, lê rabûn fiyetê avê ji sedî 200 buha kirin. Bi kevçiyan dan me niha bi çoçikan ji me distînin. Meha borî fatûreya ava min 71 TL hatibû, lê vê mehê 190 TL hatiye. Îja ez ê çawa bidim. Ez ê fatûreyê biqetînim û bavêjim. Ma me şaredarî xistiye bin deyna? Wan deyn kiriye. Îjar radibin li milet bar dikin. Bira karê xwe baş bikin. Bira tiştên beredayî nekin, wê karibin deynên xwe bidin. Heyf e. Em nikarin heta serê mehê îdara xwe bikin. Em dizanin çi dikin. Em nikarin biçin bêjin çima hûn wisa jî dikin. Neheqiyê li me dikin û em nikarin deng jî bikin". 
 
'NEHEQIYÊ DIKIN'
 
Şehmûz Yaprak jî anî ziman ku ji xwe li bajêr ji bo avê xizmeteke wan î baş jî tuneye û got, li hin deverên bajêr 4-5 rojan carekê av tê qutkirin û ji ber vê jî gel diçe bi tankêran avê dikire. Yaprak, got: "Şaredarî neheqiyê dike. Gel du caran heqê avê dide. Xizmeta MARSÛ'yê ne tu xizmet e. Bira xizmeta xwe baş bikin. Ê şaredarî xistiye bin deynan qeyûm e. Lê rabûn dîsa qeyûm tayîn kirin". 
 
Nanpêj Efkan Unlugul jî got: "Em esnafên biçûk in û nikarin heqê mesrefên xwe derxin. Fiyetê avê buha kirine, em bêtir mexdûr kirine. Mehê me 200-300 lîre heqê avê dida. Niha wê nêzî 600 TL bê. Tu bikî nekî wê ev tesîrê li fiyetên nan jî bike. Heger em jî rabin fiyetê nan biha bikin wê halê mirovan çi be. Nan bi lîreyekê bû, niha bûye lîre û 25 qurîş. Wê bibe 1.5 û 2 lîre jî"
 
Demhat Korkmaz jî got: "Av a me ye, lê em fêdê jê nagirin".