'Ji bo jiyaneke mirovane em li Qada Gundogduyê bên cem hev'

img

ÎZMÎR - Wê KESK, roja şemiyê bi dirûşmeya "meaşekî ji bo jiyaneke mirovane mafê her kesî ye" li Îzmîrê mîtîngekê li dar bixe. Berdevkê Platforma Şaxên KESK'ê ya Îzmîrê Hasan Alî Kiliç ji bo mîtîngê gazî her kesî kir. 

Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), bi dirûşmeya "budçeyeke ji bo gel, welatekî demokratîk" mîtîngan li dar dixe. Mîtînga ewil di 8'ê Kanûna 2019'an de li Stenbolê, ya dudoyan di 21'ê Kanûnê de li Mêrsînê û ya sisêyan di 22'yê Kanûnê de li Amedê li dar xistibû. Vê carê jî wê di 11'ê Çileyê de li Îzmîrê li dar bixe. Mîtîng, wê li Qada Gundogduyê saet di 13:00'an de bê lidarxistin. Platforma Şaxên KESK'ê ya Îzmîrê ji bo mîtîngê gazî her kesî kir. 
 
Berdevkê Platforma Şaxên KESK'ê ya Îzmîrê Hasan Alî Kiliç, li dijî xizanî, nelirêtî, krîza aborî û budçeya şer, ji bo demokrasî û aştiyê gazî egeyiyan kir ku tev li mîtîngê bibin. 
 
Kiliç, destnîşan kir ku gel ji ber betalî, xizanî û bêedaletiyê nerihet e û got: "Meaşekî ji bo jiyaneke mirovane mafê her kesî ye. Mirov ji ber krîzên aborî întihar dikin. Her roj mirov dimirin. Loma dem dema daketina kuçeyan e". 
 
Kiliç, ji bo budçeya 2020'an jî anî ziman ku wê krîz û xizaniyê hel neke û got, wê ji bo budçeyeke bi kêrî gel bê tim dakevin kuçe û kolana. 
 
BUDÇEYA ŞER
 
Kiliç, anî ziman ku bi tezkereya Lîbyayê re para ku dê ji bo şer ji budçeya cemaweriyê bê veqetandin, xizanî û birçîbûnê li gel ferz dike û got: "Karker, kedkar û kesên dixwazin bi awayekî mirovane bijîn, divê li dijî vê yekê bitêkoşin û dakevin qadan". 
 
Kiliç, ji bo mîtînga ku dê roja şemiyê li dar bixin gazî egeyiyan kir.