Ajovanên mînîbusan: Em rojê 18 saetan dixebitin, heqdesta me 70 TL ye

img

WAN - Ajovanên rawestgeha mînîbusan a Artemêtanê ku ji ber bihabûnê nikarin ji bin barê prîmê sîgortayê, bac û sotemeniyê derkevin, rojê 18 saetan dixebitin lê belê heqdesta wan tenê 70 TL ye. 

Ajovanên mînîbusan ên di navbera Wan-Artemêtanê de dixebitin, anîn ziman ku ji ber krîza aborî û bihabûnê tehde li wan tê. Ajovanan, anî ziman ku ji  ber bihabûna prîmê sîgorteyê, bac û sotemeniyê xwediyên wesayîtan nikarin li wesayîtên xwe jî miqate bin. Her wiha ajovanan, destnîşan kir ku rojê 18 saetan dixebitin lê belê heqdesta wan tenê 70 TL ye û hewl didin bi vî pereyî debara xwe bikin. 
 
JI 5'Ê SIBEHÊ HETA 11'Ê ŞEVÊ 
 
Ajovan Îlyas Işik, anî ziman ku 33 sal in ajovantiyê dike, lê belê tu wextî wekî 4 salên dawî tahde li wan nehatiye. Işik, anî ziman ku êdî nikare debara malbata xwe bike û got: "Saet ji 5'ê sibehê heta 11'ê şevê dixebitim. Heqdesta min 70 TL ye. 2 zarokên min dixwînin, yek jê jî çûye eskeriyê. Mirovek rojê 10 lîreyan xerc bike mehê dike 300 TL. Yanî mehaneya me têra me nake. Ê çawa têra malbata me bike? Mesela gava lazmatiyek çê bibe ancax 5 meh şûnde dikarim bikirim. Heke pêdivî bi komirê hebe nikarim pêşin bikirim. Li bajarê me kar tuneye. Mirov betal in. Her tişt biha dibe."
 
Işik, diyar kir ku gava wesayît arîze bibe diçe cem 5 heb temîrkeran û got: "Bila hay ji van pirsgirêkan hebin û li gor wê tev bigerin. Bila bes sotemeniyê biha bikin, da em karibin debara malbata xwe bikin. Mesela niha em nikarin wesayîta xwe tamîr bikin". 
 
HER MEH DEYNDAR IN 
 
Ajovan Îbrahîm Çilgin jî anî ziman ku rojê bi 70 TL'yî dixebitin û ji vî pereyî rojê bi 20 TL'yî nan dixwin û bi yê mayî jî hewl didin debara malbata xwe bikin. Çilgin, got: "26 sal in ajovaniyê dikim. Îsal em perîşan bûne. Di xaniyê bikirê de me. Rojê 50 TL dimîne û bi vî pereyî jî nikarim debara malbata xwe bikim. Ma ez ê bi vî pereyî heqê mesrefên zarokan ên dibistanê bidim, ma ez ê heqê fatûreyan bidim, ma ez ê heqê kirê bidim... Bi ser de heqê ceryan, av, gaza xwezayî. Yanî em mehê 500 lîreyî deyndar in. Çûnhatina me 25 kîlometre ye. Ji ber ku sotemenî biha bûye, heqê rê jî bûye 3 TL". 
 
Ajovan Adil Gul jî 3 sal in dixebite û got: "Her roj ji navenda Wanê heta TOKÎ'yan diçim û tim, 22 kîlometre. Perê digihê destê me jî em pê sotemeniyê dikirin. Di rê de em nikarin rêwiyan siwar bikin. Gava em siwar dikin ajovanên otobêsan nahêlin. Karê me ne tu kar e. Ma ez ê bi 70 TL'yî çawa debara xwe bikim. Her meh deyndar im. Êvarî gava mirov diçin malê di kîsikê wan de 2 an jî 3 heb firingî hene. Dibêjin krîza aborî tuneye. Hela bila îqtidar li rojhilatê welêt mêze bike. Bila dengê me bibihîsin". 
 
MA / Yûnûs Dûman