Çerkezoglû: İsrarkirina di şer de rê li ber feqîrî û bêkariyê vedike

img

STENBOL – Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû diyar kir ku butçeya sala 2020’an ji polîtîkaya şer re tê veqetandin û israra polîtîkaya şer a îqtîdarê krîza aborî kûrtir dike û hin bêtir rê li ber feqîriyê vedike. 

Seroka Giştî ya Konfedarasyona Sendîkaya Karkerên Şoreşger (DÎSK) Arzû Çerkezoglû bandora polîtîkaya şer a li ser aboriyê û karker û kedkaran ji ajansa me re nirxand. Çerkezoglû da zanîn ku di nava salek û nîvê dawî de ku Tirkiye ketiye nava krîza aborî bandorên neyînî li ser civakê dike û wan salek din a krîza aborî hebû li pey xwe hiştine. Çerkezoglû anî ziman ku krîza aborî ji ber xwe ve nerketiye û di encama polîtîka û aboriya îqtîdara AKP’ê ya 17 salan de krîza aborî diqewime. 
 
‘EM HEQDESTEK KU LI GORÎ RÛMETA MIROVAHIYÊ BE DIXWAZIN’ 
 
Çerkezoglû diyarkirina biha ango meaşê asgarî jî rexne kir û got: “Bi destpêka çend rojên salê re bi zemkirina gelek tişt û bihakirina bacan re bihayê asgarî tu qîmeta wî nema. Ne mimkin bi vî bihayî debar were kirin. Nîqaşa bihayê asgarî neqediyaye. Em têkoşîna bihayek asgarî ku li gorî rûmeta mirovan be dikin. Ji destpêka sala 2020’an meaşê asgarî di rojeva me de ye û em ê vê têkoşînê bi piştevaniyê birêve bibin.” 
 
‘KRÎZ RÊ LI BER NEYÎNIYÊ VEDIKE’ 
 
Çerkezoglû diyar kir ku di serdemek ku krîza aborî kûr dibe, bêkarî zêde dibe, însan nikarin tiştekî bikirin bandorek neyînî li ser civakê dike û ev yek hemû rê li ber feqîriya civakê û qewimandinên întîharan vedike. Çerkezoglû got sedemên feqîrî û întîharên demên dawî polîtîkaya îqtîdarê ye. 
 
‘FATÛREYA POLÎTÎKAYA ŞER GELEK GIRAN E’ 
 
Çerkezoglû destnîşan kir ku israrkirina polîtîkaya şer a îqtîdarê li ser welat dibe barek giran û fatûreya wê giran dibe û wiha got: Encama şerê Sûriyê ku derxist holê gelek giran e. Polîtîkayên şer krîzên li Tirkiyê kûr dike. Ev polîtîka rê li ber feqîriyê vedike. Li şûna ku beşek mezin a butçeya sala 2020’an ji perwerde, tenduristî, kedkar, karker, jin, ciwan û derfetên kar dîtinê re were veqetandin, berevajî vê yekê butçe ji polîtîkaya şer û rantê re tê veqetandin. Me vê di sala 2020’an de carek din dît. Divê hemû karker û kedkarên  Tirkiyê bi hemû saziyên xwe re ji bo demokrasî û aştiyê û welatek aramtir têbikoşin. Demokrasî nanê karkeran e. Heke li welat demokrasî tune be tu mîsogeriya nan û karê me jî nîne.” 
 
MA / Erdogan Alayûmat