Ji bo bazara kevnefiroşan ji qeyûm destûra bi 'şert'

img

AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku bazara kevnefiroşan a rojên yekşeman tê danîn rakiribû, li ser bertekên bazirganan bi 'şert' destûr da. 

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, destûr neda ku bazara kevnefiroşan a salekê ye rojên yekşeman li Parqa Koşûyolûyê ya navçeya Rezan tê danîn, bê danîn. Duh zabitayan, bi hinceta ku 'bêdestûr' e, bazara ku hatibûn danîn, rakiribûn. Esnafên bazara ku salekê ye li heman cihê tê danîn, îro hatin ber Şaredariya Bajarê Mezin û bi rayedarên rêveberiya qeyûm ên şaredariyê re hevdîtin kirin. 
 
DESÛRA BI ŞERT 
 
Di hevdîtinê de ji esnafan hat xwestin ku lîsteya xwe bidin Şaredariya Rezan. Rayedarên şaredariyê ji wan re ragihandin ku heke Şaredariya Rezan destûr bide, bi şertê ku peyarê neyên dagirkirin û wesayîtên wan parqê dagir nekin, dê karibin dezgehên xwe deynîn û bazarganiya xwe bidomînin. 
 
Piştî hevdîtinê bazirgan ji ber şaredariyê veqetiyan.