Esnafên bazarê: Em berî kêçan didin

img

ERZIROM - Esnafên bazarê yên Palandokenê, ji ber krîza aborî dam û dezgehên xwe rakirin. Esnaf Abdulcebar Yaşar, got: "Rojên yekşemê rojên herî qelebalix in, lê belê di vê rojê de jî em berî kêçan didin". 

 
Esnafên bazara semtî ya Taxa Mahallebaşi ya navçeya Palandoken a Erziromê, ji ber krîza aborî perîşan bûne. Di 3 salên dawî de ji 28 esnafan tenê 11 esnaf li bazarê mane. Bazar her roj saet di 8'ê sibehê de vedibe û heta saet 7'ê êvarî vekiriye û potansiyela bazarê 40 esnaf in. Her wiha li bazarê rojên herî qelebalix roja yekşem û pêncşemê ye. 
 
'MIN 2 KARKER DERXISTIN' 
 
Melîk Mînlîvarli ku 5 sal in li bazara semtê ye û tomerîfiroş e, bastêq û loqimên ji Edene, Dîlok, Amed û Xarpêtê tîne û difirole esnafên Qers, Erdexan, Erziroim, Agirî, Wan û Îdirê. Mînlîvarli, bal kişand ser krîza aborî û got, di sala 2018'an de bi 25 lîreyan kîloyek gûz dikirî, lê belê îsal bûye 4S lîre. Mînlîvarli, destnîşan kir ku li gor par ji sedî 70 kêm bûye û got: "Ji bo em li bajarn belav bikin, em wesayîtekê û karkerekî dişînin. Lê bêyî ku tiştekî bifiroşe vedigere. Em nikarin ji bin heqê mazotê derkevin. Esnafên ku em mal didin wan, ji ber ku nikare biforşe malê me dişîne. Em jî ji mecbûrî van malan davêjin çopê. Nexasim ev du sal in karê me ji sedî 70 kêm bûye. Ji ber vê min jî ji mecbûrî du karker ji kar derxistin". 
 
‘REWŞ QET NEBAŞ E' 
 
Esnaf Îsa Akdag jî, market û bazar berawirdî hev du kirin û got: "Nexasim jî havînê kesên ji bo kar diçin bajarên mezin, gava diçin çerazan dikirin û bi xwe re dibin. Ên ji derveyî welat tên jî dikirin. Lê her sal karê me xirab dibe. Hêjayî gotinê ye, her sal xwezî bi par". 
 
SERFETIHÊ JÎ NAKIN 
 
Esnaf Abdulcebar Yaşar ku 25 sal in esnaftiyê dike jî diyar kir ku 60 salî ye lê hê jî di kirê de ye û întiharên ji ber krîza aborî pêk tên bibîr xist. Yaşar, anî ziman ku bi salan e zebze firotiye, lê belê ev çendek e dixisire. Yaşar, got: "Zebzebên me du di rojan de xera dibûn. Ji ber vê an me bi erzanî difirot an jî me davêt çopê. Loma min dev jê berda û niha çerezan difiroşim. Berê bazar ji mirovan xalî nedibû. Lê ev çend sal e xweşikî kes nayê. Rojên yekşemê rojên herî qelebalix in, lê belê di vê rojê de jî em berî kêçan didin. Heta 3 sal berê jî 28 esnaf li bazarê bûn, lê niha 11 heb mane. Çimkî kar tuneye". 
 
MA / Dîndar Karataş