Roja destpêkê ya salê 115 karker bê kar man

img

MEREŞ - Fîrmaya taşeron ku Miduriyeta Fîrmaya Lînyîtan a Afşîn-Elbistan a girêdayî Çelîkler Holdîngê jê re ragihand ku nikare bihayê asgarî yê nû hatiye diyarkirin bibersivîne, peymana kar 115 karkerî fesh kir û wan ji kar derxist. 

Li navçeya Elbistan a Mereşê, fîrmaya taşeron ku rayedarên Miduriyeta Fîrmaya Lînyîtan a Afşîn-Elbistan a girêdayî Çelîkler Holdîngê jê re ragihand ku nikare bihayê asgarî yê nû hatiye diyarkirin bibersivîne, peymana kar 115 ajokarên pîqaban fesh kir û wan ji kar derxist. Bi vê yekê re karkerên ku hê 18 meh ji bidawîbûna peymana wan a kar re heye, bê kar man. 
 
Karkerên ku roja destpêkê ya salê bê kar man, li ber santralê dest bi çalakiyê kirin. Karkerên ku dixwazin dengê xwe bidin bihîstin, ji aliyê cendirmeyan ve hatin dorpêçkirin.