Elok îsal nayên firotin

img
AMED - Li Amedê beriya sersalê elokên ku buhayê wan di navbera 200 - 250 tl de tên guhertin, nayên firotin. 
 
Li Tirkiyeyê qrîza aborî bandora xwe li ser her tiştî dike. Her sal beriya sersalê welatiyên li gundan elokan xwedî dikin, elokan derdixin bazorê û dest bi firotinê dikin. Îsal jî welatiyên ku elokên xwe ji gundan anîn Amedê ji ber qrîza aborî elokên wan nayên firotin. Welatiyên ku elokên xwe anîn Hala Berê ya Navçeya Sûrê ya Amedê, ji ber qrîza aborî nayên firotin. Welatiyan elokên xwe di qefesên têlînî de derxistin firotinê, heba her yekî 200 - 250 TL difiroşin. Lê ji ber buhabûnê welatî nikarin bikirin. Gundiyên ku elokan tînin bazarê, li tenişta wan mirîşkan jî difiroşin û heba her mirîşkekê bi 50 - 60 tl difiroşin. Werdekan bi  50 tl û qazan jî bi 75 - 80 tl difiroşin. 
 
Welatî Habip Akgul (50) ku elok anîn bazarê û difiroşe, diyar kir ku elok wekî salên berê nayên firotin û ji ber qrîza aborî welatiyên ku dixwazin bikirin jî nikarin bikirin. Akgul, anî ziman ku çend roj in li vir hewl dide ekokan bifiroşe, lê ji sibê heta êvarî an 1-2 elokan difiroşe an jî nafiroşe û wiha got: "Pere di bêrîka mirovan de tune ye. Ji bo em êvarî kîloyek mandalîn bibin malê heta êvarî em li vir radiwestin. Em ji bo 10-15 tl qezenç bikin li vir in. 
Sala par buhayê elokeki 120 tl bû. Lêçûn zêde bûye û em neçar in 250 lira bifiroşin." 
 
Welatî Ali Fidan jî anî ziman ku îsal pir buha ne û nikarin elokan bikirin.