Eleqeya ji bo sabûna zeytê ya Nîzîbê zêde dibe!

img
DÎLOK - Her diçe eleqeya ji bo sabûna Nîzîbê zêde dibe. Wextekê 200 heb îmalatxane hebûn û her çû hejmara wan pir kêm bûbû. Lê belê niha ji ber eleqeya ji bo şampûanan û krema poran kêm dibe mirov berê xwe didin sabûna zeytê. 
 
Eleqeya ji bo sabûna Nîzîb a Dîlokê ku bi rûnê zeytûnan tê çêkirin, her diçe zêde dibe. Wextekê 200 heb îmalatxaneyên wan hebûn û her çû hejmara wan kêm bûbû, lê belê niha ji ber eleqeya ji bo berên neorganîk kêm dibe mirov berê xwe didin sabûna zeytê. Xwediyê îmalatxaneya sabûnan Emîn Yavûz, anî ziman ku di demên dawî de eleqeya ji bo şampûan, jel, krema poran kêm dibe û eleqeya ji bo sabûna zeytê zêde dibe. 
 
ELEQEYA JI BO SABÛNA ZEYTÊ ZÊDE DIBE
 
Yavûz, diyar kir ku gava zeytûnan dişînin fabrîkeyê û rûnê wan derdixin, di dema çêkirina zeytê de cefê zeytûnan jî çê dibe û bi vî rûnê sabûnê çê dikin. Yavûz, da zanîn ku cebar ji bo cebirandinê sabûna zeytê bi kar tînin û got: "Sabûna zeytê çerm xweyî dike. Loma em sabûna zeytê pşniyar dikin. Îmalatxaneyên hatin girtin zeytê tev li sabûnê nekirin. Sabûnên wekî sabûnê zeytê bin xistin nav piyaseyê. Loma piraniya îmalatxaneyên sabûnan ên li Nîzbê hatin girtin. Her wiha sedemek din jî me danasîna sabûna zeytê baş nekiribû. Fîrmayên jel, şampûan û kremên poran çê dikin danasîna berên xw ebaş dikin. Loma kirîgeran berê xwe da wan. Lê belê niha eleqeya ji bo sabûna zeytê dîsa zêde bûye. Mirov fam kirin kîjan baş e yan nebaş e. Sabûna zeytê dîsa vedigere rojên xwe yên berê". 
 
ÇAWA ÇÊ DIBE? 
 
Hosteyê sabûnê Îsmaîl Şahîn ku 43 sal in vî karî dike, diyar kir ku sabûna baş hêdî hêdî tê çêkirin û got: "Em zeyt û rûnê defneyê vala dikin sîtilekê. Ev rûn û madeyên din du rojan tên kelandin. Roja sisêyan jî em vala dikin qaliban. Rojekê jî di qaliban de dimîne. Roja 4'an em qaliban jê dikin. Roja 5'an jî ji bo hişk bibe em wekî qubeyan didin ser hev du. 6 mehan wiha tê sekinandin. Em li cihekî ku tavê nabîne didin ser hev du. Car heye ji ber şert û mercên hewayê 8-10 mehan jî tê sekinandin. Piştî hişk dibe tê pakêtkirin û em difiroşin." 
 
200 HEB ÎMALATXANE 
 
Şahîn, da zanîn ku berê li Nîzîbê 200 heb îmalatxaneyên sabûna hebûn û got: "Ji ber sabûna nebaş çê dikirin hema bê hemû hatin girtin. Ên mayî jî sabûna baş çê dikin. Em jî vê sabûnê bi kar tînin". 
 
MA / Mühammet Abdûlkadîr Esen