Nerazîbûnên ji bo meaşê kêm: Têkoşîn niha dest pê dike

img

STENBOL - Nûnerên rêxistinên kedê, nerazîbûna xwe ya ji bo meaşê kêm anîn ziman û gotin, tişta girîng têkoşîna ji niha û pê ve ye û xwestin mafê xwe yê grevê bi kar bînin. 

 
Wezareta Xizmetên Malbat, Xebat û Covakiyî daxuyand ku meaşê kêm ê sala 2020'an bûye 2 hezar û 324 hezar û 70 qurîş. Nerazîbûnên ji bo vê yekê didomin. Nûnerên sendîkayên girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Tirkiyeyê (Turk-Îş) û Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) bertek nîşanî hikûmetê û muxalefeta nûnerên karkeran dan. 
 
Nûnerê Hêla Ewropayê ya Stenbolê ya Senîdkaya Karkerên Tekstîlê (Derîteks) Veysel Arslan, got: "Ji bo karkerekî ezeb meaşê kêm ê sala 2020'an kirin 2 hezar û 324 TL. Daxwazên sendîkayan esas nehatin girtin. Ev meaş nayê qebûlkirin. Her wiha daxwaza sendîkayan a ji bo bacê ku dibêjin bila ne daxilî nav meaşê kêm be jî esas nehat girtin. Ev jî nayê qebûlkirin". Arslan, destnîşan kir ku ji bo meaşekî mirovane wê bitêkoşin û got: "Em bang li xwişk û birayên xwe yên karker dikin ku li hemberî vê yekê bitêkoşin. Ne sedeqe em meaşekî mirovane dixwazin. Em ê ji bo vê bitêkoşin". 
 
'VÎNA KARKERAN ESAS NEHAT GIRTIN'
 
Endamê Desteya Rêvebir a DÎSK'ê Kamber Saygili jî destnîşan kir ku meaşê hatiye diyarkirin meaşê sefaletê ye û got, nûnerên di komîsyonê de cih girtine vîna karkeran nedane der. Saygili, di komîsyonê de a serdest vîna patroan bûye û got, peywira rêxistinên kedê û sendîkayan ji niha û pê ve dest pê dike. 
 
TÊKOŞÎNEKE TOPYEKÛN 
 
Saygili, anî ziman ku konfederasyonên sendîkayan ên vî meaşî qebûl nakin divê bi awayekî topyekûn bitêkoşin û got: "Divê sendîka li kuçeyan, li fabrîkayan, li qadên jiyanê hemûyan gotina xwe bêjin." 
 
Saygili, destnîşan kir ku şikandina vîna patron û dewletê bi hatine cem hev a her sê konfederasyona pêkan e û divê ev konfederasyon bên cem hev û li hemberî vê çalakî û grevên cur bi cur bikin û got: "Em DÎSK, em ê dîsa li hev kom bibin, binirxînin û pêvajiyeke têkoşînê bidin destpêkirin". 
 
'DIVÊ EV FERASET BIGUHERE'
 
Cîgirê Serokê Şaxa Gebzeyê yê Sendîkaya Petrol-ÎŞ'ê Şivan Kirmiziçîçek got: "A girîng, li hemberî vê encamê helwesta me sendîkaya ne." 
 
Kirmiziçîçek, destnîşan kir ku divê sendîka hêza xwe bi kar bînin û vîna xwe ya ji bo grevê aşkere bikin û got: "Bi ya min tekane çare ev e". 
 
Kirmiziçîçek, diyar kir ku kesên dengê xwe dane AKP'ê jî ji ber vê nerihet in û got: "Derdor ji be rvê nerihet e. Lê mixabin heta ên ser serê me, yanî sendîka feraseta xwe ya burokratk neguherînin wê daxwazên derdorê esas neyên girtin. Mixabin kes guh nade derodrê. Heke tiştek bivê pêşî divê feraseta sendîkayî ay burokratîk biguhere. Û wê karker jî li gor wê tev bigere". 
 
MA / Erdogan Alayûmat