Reqor di dest turîzmê de ye, lê deramet tuneye: 6 meh in karker betal in

img

ANTALYA - Serokê Giştî yê Dev Tûrîzm Îş'ê Mûstafa Yahyaoglû, anî ziman ku gotinên wekî "Me di trîzmê de reqor şikandiye" ne rast in û got, derameta wan pir kêm e. Yahyaoglû, destnîşan kir ku turîzmê tesîreke mezin ji siyaseta hundirîn û derve digire û got, karkerên turîzmê 6 mehan dixebitin, 6 mehan betal in. 

 
Li gorî daneyên Sendîkaya Karkerên Turîzmê yên Şorşeger (Dev Turîzm Îş), li Tirkiyeyê zêdetirî 2 milyon û 560 karkerên turîzmê hene û ji vana 600 hezar jê li Tirkiyeyê ne. Serokê Giştî yê Dev Turîzmê Mûstafa Safvet Yahyaoglû, bal kişand ser pirsgirêkên di turîzmê de. Yahyaoglû, anî ziman ku di sala 2019'an de hejmara turîstan zêde bûye, lê belê deraeta wan kêm bûye. Her wiha Yahyaoglû, diyar kir ku karkerên turîzmê bi meaşê kêm dixebitin, tenê 6 mehan dixebitin û 6 mehan jî betal in. 
 
TURÎZMÊ REQOR NEŞIKANDIYE
 
Yahyaoglû, destnîşan kir ku gotinên wekî "Me di turîzmê de reqor şikandiye" ne rast in û got, rewşa karker û esnafan qet nebaş e. Yahyaoglû, da zanîn ku li otelên bi milyar dolaran karker bi meaşê kêm dixebitin û got, ji bo bi erzanî bên xebitandin ji welatên Asyaya Navîn û penaberên ji be rşer reviyane tên xebitandin û bi vî awayî kedxwarî tê kirin. Yahyaoglû, got: "Karker heqê xwe naagirin. Ji dêvla kardêran Îş-Kûr meaşê wan dide". 
 
SIYASETA HUNDIRÎN Û DERVE Û TESÎRA WÊ YA LI SER TURÎZMÊ 
 
Yahyaoglû, destnîşan kir ku turîzm tesîreke mezin ji siyaseta hundirîn û derve ya îktîdarê digire û got: "Turîzm ji rageşî û şer hez nake. Heger li welatekî şer hebe, li wî welatî ne pîşesazî, ne çandinî û ne jî turîzm pêş dikeve. Tirkiye daxilî nav şerê Sûriyeyê bû niha jî daxilî Lîbyayê dibe. Ji ber balafira Rûsyayê ji sedî 94'ê turîstên rûs nehatin. Heger li Lîbyayê Tirkiye û Rûsya bên ber heb, wê heman pirgirêk dîsa rû bide. Dixwazin bi netewperestiyê îktîdara xwe bidomînin. Vê yekê jî wekî meseleya bekayê lanse dikin. Ev wê hem zirareke mezin bide turîzmê hem jî bide çandinî û sewalvaniyê. Ji bo îktîdara xwe bidomînin daxilî nav şeran dibin". 
 
6 MEHAN DIXEBITIN 6 MEHAN JÎ BETAL IN 
 
Yahyaoglû, destnîşan kir ku kakerên turîzmê bihar û havînê dixebitin û 6 mehên mayî jî betal in. Yahyaoglû, got: "Kedkarên turîzmê 6 mehan dixebitin, 6 mehan jî betal in. Li hin cihan ev 4 mehan an jî 2 meh e. Wê di mehên din de çi bikin? Karkerekî ku bi meaşê kêm dixebite, gava 6 mehan betal bimîne wê çi bixwe? Ên betal nikarin sûdê ji sîgorteya betaliyê jî bigirin. Sîgorteya betaliyê, pereyê ku divê kardêr di serê serdemê de bidin dide. Di dawiya serdemê de betal dimînin û diçin Îş-Kûrê û ji wan re dibêjin, 'Tu ji kar nehatiyî derxistin. Tenê dane sekinandin'. Wekî ku bêheq destûr xwestibe. Lê halbûkî destûra bêheq tuneye, derxistina ji kar heye". 
 
Karkerê turîzmê Mevlut Alpdogan ê 30 salî jî anî ziman ku 7 sal berê ji Konyayê hatiye û di otêlan de dixebite. Alpdogan, diyar kir ku meaşê wî di biniya meaşê kêm de ye û got, 6 mehan dixebite 6 mehan jî betal e. Alpdogan, got: "Karekî pir zehmet e. Her kes nikare vî karî bike. Karkerên meaşê wan ne wekhev in pev dikevin. gelek caran bûme şahid. Di munaqeşeyekê de ez jî ji kar derxistim. Niha betal im. Tazmînata min jî nedan. Munaqeşe, pevçûn û gef kirin hincet û tazmînat nedan. Sedema ez ji kar derxistime jî qaşo min zirar daye otêlê. Di dema munaqeşeyê de kêlekeke sandalyeyê şikiyaye. Vê yekê kirine hincet. Yanî bi vî awayî kirine ku nikarim li oteleke din jî bixebitim". 
 
KARÊ 16 SAETAN DI 8 SAETAN DIDIN KIRIN 
 
Omer Dîrekçî yê 20 salî jî ku ji navçeya Silopiya ya Şirnexê hatiye û di otêlana de xebitiye, anî ziman ku di otêlan de hiyerarşiyeke dijwar heye û herî zêde karker tesîrê jê digirin. Dîrekçî, diyar kir ku meaşê wan kêm e û karker zêde tên xebitandin û got: "Karker di biniya meaşê kêm de tên xebitandin. Carinan meşa bi derengî dikeve. Karê 16 saetan di 8 saetan didin kirin. Dixwazin karker qet nesekinin, bênavber bixebitin". 
 
MA / Mehmet Aslan