Kanî Beko: Qesr di saetekî de heqê asgarî xerc dike

img
ÎZMÎR – Parlamenterê CHP’ê yê Îzmîrê Kanî Beko diyar kir ku heqê asgarî yê hat eşkerekirin 50 milyon karker û malbatên wan mehkûmî sefaletê kiriye û got: “Qesr di saetekî de heqê asgarî yê hat eşkerekirin xerc dike.”
 
Komîsyona Tespîta Heqê Asgarî mûçeyê asgarî yê sala 2020’an wek 2 hezar û 324 lîre û 70 qirûş eşkere kir. Li dijî eşkerkirina vî heqî bertek berbelav dibin û nûnerên sendîkayan û karker nerazîbûnên xwe li dijî vî heqî tînin ziman. Parlamenterê CHP’ê yê Îzmîrê Kanî Beko ku bi salan serokatiya sendîkaya karkeran DÎSK’ê kir diyar kir ku heqê asgarî yê duh hat diyarkirin 50 milyon karker û malbatê wan mehkûmî hejariyê kiriye û got: “Ji butçeya cemaweriyê para herî ji bo Serokkomariyê tê dayîn. Qesr di saetekî de heqê asgarî yê hat eşkerekirin xerc dike. Ji bo karkeran jî birçîbûnê layîq dibînin.”