Li kanên komirê yên Şirnexê di 2 salan de 14 karker mirin

img

ŞIRNEX – Li Şirnexê du roj berê li kana komirê hezaz pêk hat û karkerê bi navê Hasan Înal di bin de jiyana xwe ji dest da. Bi vê bûyerê re di nava du salan de 14 karkerên kanên komirê yên li Şirnexê jiyana xwe ji dest dan.

Li kana komirê ya li çoltera gundên Nêvava û Gilindor ên bi ser navenda Şinrexê ve du roj berê hezaz pêk hat. Karkerê bi navê Hasan Înal di bin hezazê de ma û jiyana xwe ji dest da. 
 
Bi hezaza dawî kana komirê re carek din awir zivirîn ser şert û mercên tedbîrên kêm ên karkerên madenê. Ev kanên komirê bûne cihê kargehên debara xelkê herêmê. Di salên dawî de ji 10 hezazê zêdetir û qezayên kar pêk hatin. Di van hezaz û qezayên kar de di nava du salên dawî de 14 karkeran jiyana xwe ji dest da û karkerek jî birîndar bû. 
 
DI 2 SALAN DE 14 KARKER JIYANA XWE JI DEST DAN 
 
4’ê Cotmehê 2017: Di Kana Komirê ya Jimara 1’an ku 5 kîlometre dûrî navenda Şirnexê ye hezaz pêk hatibû û karkerên bi navê Mehmet Îzer, Sevkan Ustun, Yilmaz Magrur, Mesut Magrur, Vedat Ozden, Ramazan Ugur, Abdullah Kayaş Ugur Kabak jiyana xwe ji dest dan. 
 
24’ê Mijdarê 2017: Li kana komirê ya li gundê Hesena bi ser navçeya Silopya Şirnexê ve makîneya kar qelibî û karkerê bi navê Ferhat Kayaalp jiyana xwe ji dest da. 
 
4’ê Kanûnê 2017: Li kana komirê ya nêzî bajarokê Gundikê Melê ya bi ser Şirnexê ve teqîna grîzû pêk hat û karkerên bi navê Abdurrahman Tunç (43) û Omer Tunç (37) ên birayên hev û Îdrîs Înan di teqînê de jiyana xwe ji dest dan. 
 
11’ê Gulanê 2019: Di kana komirê ya nêzî gundê Avgamasiya ya girêdayî navenda Şirnexê hezaz pêk hat û karê bi navê Reşît Ozcan jiyana xwe ji dest da û Kamîl Sûnra jî birîndar bû. 
 
24’ê Kanûnê 2019: Kana komirê ya di navbera gundê Nêvava û Gilindor yên Şirnexê de hezaz pêk hat û karkerê bi navê Hasan Înal di bin da ma û jiyana xwe ji dest da.