Li Amedê 7 fabrîqeyên tûxleyan hatin girtin û 3 fabrîqe jî hilberandinê sekinandin

img

AMED – Li Amedê 11 fabrîkayên tûxleyan hene û ji van 7 fabrîqe ji ber sedema krîza aborî hilberandina xwe sekinandin. Her nirxê fabrîqeyek hat girtin 15 milyon TL bû. Kîloyê makîneyên fabrîqeyan bi lîreyek firotin xûrdevanan. 

Li Amedê 11 fabrîqeyên tûxalan 40 sal in tevî hemû krîzên aborî jî hilberandinê dikirin. Ji van fabrîqeyan 7 fabrîqeyan ji ber sedema krîza aborî deriyên wan hat girtin. Biha ango nirxê her ji van fabirîqeyan 15 hezar  TL bû.  Kîloyê makîneyên fabrîqeyan bi lîreyek firotin xûrdevanan.
 
Piştî kelûpelên fabrîqeyan hatin firotin xûrdefiroşan hatin hilweşandin. Ji 11 fabrîqeyan 3 fabrîqe jî ji ber zirarê neçar man ku hileberîna xwe rawestînin. 
 
2 HEZAR Û 500 KES BÊKAR MAN 
 
Van fabrîqeyan ji bo bajarên herêmê hilberandin dikirin. Ji ber girtina van fabrîqeyan û sekinandina hilberînê nêzî 2 hezar û 500 karker bêkar man.
 
JI BER DEYNÊ CERYANÊ 
 
Hat zanîn ku her fabrîqeyek di navbera 90 û 120 hezar TL’yî de deynê wan ceryanê heye. Hat gotin Fabrîqeya Tûxlayan a Guven ji ber deynê ceryanê hilberandina xwe rawestandiye. Xwediyê fabrîqeya Guven ku di heman demê de Cîgirê Serokê rêxistina AKP’ê ya navçeya Sûra Amedê ye Emîn Bagirtan got wan ji ber krîza aborî û deynê ceryanê hileberandina xwe rawestandine. 
 
FABRÎQEYÊN HENE JÎ ZIRAR DIKIN 
 
Erdal Bayram jî yê ku hilberandina fabrîqeya xwe rawestand û fabrîqeyek xwe jî girt da zanîn ku piştî polîtîkaya dijwariyê ket dewrê krîza aborî têk çûye û got: “Ji ber pêvajoya şer gelek kes fabrîqeyên xwe girtin. Sektora înşatan sekiniye. Wextê sektroa înşatan bisekine bi awayek otomotîk jî daxwaza ji bo tûxleyan jî kêm dibe. Fabrîqeyên tûxleyan êdî nikarin bişixûlin. Xwedîyên fabrîqeyan jî zirar kirin û neçar man fabrîqeyên xwe bigirin.” 
 
40 SAL BÊNAVBER HILBERANDIN E
 
Bayram diyar kir ku li gel hemû krîzên aborî jî fabrîqeyên tûxleyan 40 sal bênavber hilberandina xwe domandin û heke rewş wisa dewam bike fabrîqeyên mayî dê bên girtin. Bayram got hemû makîneyên biha firotine xûrdefiroşan û bi erzanî hatine firotin. Baryam anî ziman ku her fabrîqeyekê beriya krîza aborî salê 30 milyon tûxle hildiberandin. 
 
MA / Lezgîn Akdenîz